Zeynep-Der HUDA PARê ziyaret kir
Serokê Zeynep-Derê Nivîskar û Lêkolîner Sabîha Ateş Alpat û lijneya pê re Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ziyaret kirin.Lijneya ku hatibû ziyaretê di derbarê geşedaniyên ku li heremê û bajêr pêk hatine de ji kesên rayedar agahî wergirt.
Serokê Zeynep-Derê Nivîskar û Lêkolîner Sabîha Ateş Alpat û lijneya pê re ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê Berpirsiyarê Karên Perwerdehiyê yê HUDA PARê Bahattîn Temel û ji teref temsîlkarên Serokatiya Şaxên Jinan a Diyarbekirê a HUDA PARê ve hatin pêşîwazîkirin.
“Ji ser PKKê li herema me gelek lîstikên mezin tên lîstin”
Di dema ziyareta ku hat kirin de Temel di derbarê mijarê de wiha axivî: “Divê haya me jî ji van lîstikan hebe. Naxwe em ê wek xelkê, rasta mexdûriyeteke mezintir bên ku em nikarin hisaba vê yekê bidin Xweda.Divê em xelkê ji wê rêxistina ku bûye dîktator û qoledar xelas bikin û li xelkê xwedî derkevin.”
Temel di berdewama axavtina xwe de diyar kir em mecbûr in zehmetiyên madî û manewî yên xelkê ji holê rabikin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em mecbûr in zehmetiyên madî û manewî yên xelkê ji holê rabikin û alîkariya wan bikin. Xelk raxbetî kesên ku ji wan re destê merhemetê dirêj dikin dike. Dema ku em Newroza sala borî û ya îsal didin berhev ev tişt derdikeve pêşîya me; Xelk wan kesên ku jê re şidetê ferz dike teswîb nake.Xelk rexbetî kesên ku jê re xizmetê dike, alîkarî û merhemetê dike re rexbet dike.Jê bawer dike û destekê dide wî kesî.”
“Mixabin heta niha me hesasiyeteke bi vî awayî nedît û em nabînin jî”
Temel di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Rêxistin hesletên mîna comerî, wêrekbûn, namûs û dîndarbûn yên xelkê Kurd ji destê wan derxist .Lê hemd ji Xweda re ku em wek HUDA PARê bi nêrîneke raserî qet cudahî nexiste nava xelkê.Me yek bi yek zehmetiyên xelkê guhdar kir û em hewl didin birînên xelkê bipêçin.Lê ev tiştên ku em dikin ne bes in. Îro divê ew mislimanên li rojavayê welêt werin vê derê pirsgirêkên xelkê ku mexdûr bûye guhdar bikin û serxweşiyên xwe ji malbatên ku lawên wan neheqî hatine kuştin bînin ziman.Lê mixabin heta niha me hesasîyeteke bi vî awayî nedît û em nabînin jî. Tenê bûyerê temaşa dikin. Ev bêhesasiyeta me dibe sedema gelek tiştên nexweş.Em ji vê yekê mustarîb in.”
“Projeyeke me Mislimanan çi wextî çêbû…”
Piştî axavtina Temelî re Alpat diyar kir ew wehameta bûyerê çêtir dîtine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li dijî van bûyerên ku pêk hatine eleqedar nebûna Mislimanan nayê qebûlkirin.Gelo çi wextî projeyeke Mislimanan çêbû ku pirsgirêkan di nava xwe de çareser kirin.Ez bi xwe jî tiştekî bi vî awayî hêvî nakim.Pirsgirêka me Mislimanan ne tenê li rojhilat e her wiha gelemperî ye mixabin.” (ÎLKHA)