Qetîlê Şehid Cengîz Tiryaki hat kuştin
Hat ragihandin ji 4 PKKyiyên ku di 6ê nîsanê de li Gundê Badana ku girêdayê Gimgima Mûşê ye de hatibûn kuştin yek ji wan qetîlê Cengîz Tiryakê ye.
Li Gundê Badana ku girêdayê Gimgima Mûşê ye di pevçûnên ku derketin de 4 PKKyî hatin kuştin û kesek jî ku tê diyarkirin fermandarê bajarê Erziromê ye wek birîndar hatgirtin. Hat diyarkirin Yunus Emre Arasê ku qoda wî Bedran Wan e di bûyerên 6-7ê Cotmehê de Cengîz Tîryakî şehîd kiriye jî hatiye kuştin.
Yunus Emre Arasê ku qoda wî Bedran Wan û lî Wanê hatiye dinê piştî hilbijartinên 2014an li Gundê Elpîrana Kanîreşê ji ber ku ji HUDA PARê re ray derketibû bi 3 PKKyiyan re çûbû mala Cengîz Tîryakî û wî bi mirinê tehdît kiribû.
Wekê ku tê zanîn Cengîz Tîryakî çend car ji teref PKKyiyan ve hatibû tehdîtkirin. Lê Tîryakî serî li ber van tehdîtan netewandibû. Ji ber vê yekê Tiryakiyê ku bûbû hedefa PKKê di bûyerên 6-7ê Cotmehê de 20 kesên PKKyî wek kom hatibûn mala Tîryakiyî. Dûvre xuşk û birayên Tîryakiyî rehîn girtibûn û wan ji mal derxistibûn. Piştî vê yekê Tîryakî li ber çavê zarokên wî ji teref PKKyiyan ve hat şehîdkirin. Yunus Emre Arasê ku qoda wî Bedran Wan e jî dema ku diçû gund Tîryakî tehdît dikir.
Her wiha Kadîr Gumuşê ku wek qetîlê Şehîd Yalçinî tê zanîn di 14ê Îlona 2015an de di nav koma ku Rêbeja Kanîreş-Erziromê birîbûn de bû. Dûvre Kadîr Gumuşê ku xwediyê qoda Andokê bû rojek dûvre yanê di 15ê Îlona 2015an de hatibû girtin. Gumuş îtîraf kiribû ku Fethî Yalçinî bi xwe kuştiye. (ÎLKHA)