Midûrê ANFê Maxime Azadî hat girtin
Maxime Azadiyê Midûrê Nûçeyên Ajansa Nûçeyên Firatê (ANF) ya ku têkiliya wan bi PKKya rêxistina terorê ra heye, li Belçîkayê hat girtin.
Li gor nûçeya ajansa Belgeya Belçîkayê, Maxime Azadiyê Midûrê ANFê roja pênşemê li Brukselê di kontroleke 'rutîn' de hat binçavkirin.
Di nûçeyê de hat gotin ku Azadî derxistin dadgehê û roja înê jî ku der heqê wî da 'lêkolîn' bê kirin, girtin.
Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê ji bo ku Maxime Azadî bê girtin serî li Înterpolê xistibû û ev demeke dirêj bû Înterpol li wî digeriya.
Parêzerê Azadî ji bo serbest berdana wî serî dadgehê xist û îtiraz kir.
Hat ragihandin ku dadgeh wê roja înê biryarekê bide. (AA)