Dûeta Bakur û Başûr bi hev re
Li Bakurê Kurdistanê her ku diçe hejmara komên ku qesîde û Îlahiyên olî dibêjin zêdetir dibin. Heta niha bi dehan komên qesîdeyan ava bûne.
Navdartirîn hunermendên ku qesîdeyan dibêjin Mihemed Alî Oguz, Derwêş Madsor û Bilal Guler ji bo Rûdawê, bi hev re dûet kirin. Ew dixwazin bi hunermendên olî yên Başûrê Kurdistanê re jî projeyên hevpar ên klîbên olî çêbikin.
Di nava 10 salên dawiyê de komên ku qesîde û îlahiyan dibêjin li Amedê û bajarên din ên Bakur gihişt bi dehan koman. Ev hunermendên olî yên Grûba Ozlemê ne ku bi qesîdeyên xwe û şêwaza qesîdeyên modern li Bakur navdar bûne.
Mihemed Alî Oguz, Derwêş Madsor û Bilal Guler ku navdartirîn hunermendên olî yên Bakurê Kurditsanê ne, dibêjin ew tenê ji bo belavkirina fikra îslamê muzîka olî dikin.
Serkêşê Grûb Ozlemê Mihemed Alî Oguz ji Rûdawê re behsa çalakiyên xwe kir û ragihand: “Em muzîka olî û îlahî dikin. Em zêdetir li ser Xwedê, Hz. Muhamed dikin. Çavkaniya me ew in.”
Koma Ozlemê ku weke ajans jî karê hunera olî dike, bi helbest, awaz û şêweya xwe ya qesîdeyan dilê guhdaran mest dike.
Hunermendê Olî Derwêş Madsor jî ji Rûdawê re axivî û got, ku wî berê li ser stranên evîndariyê kar dikir, lê belê niha ew qesîde û helbestên olî dixwîne.
Derwêş Madsor got: “Min berê stranên evînê digot, stranên eşqê digot. Dema ez derdikevim ser dikê, ez sermest dikim. Ji bo xwe wenda nekim, bi zorê xwe digrim. Hemû tiştên min ji dil tên.”
Hunermendên Koma Ozlemê ku niha zêdetir li Bakur têne guhdarkirin, dixwazin di pêşerojê de projeyên hevpar bi hunermendên olî yên Başûrê Kurdistanê re bi rê ve bibin.
Hunermendekê din ê Olî yê ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Bilal Guler jî behsa projeyeke xwe bo çêkirina dûetên bi hunermendên Başûrê Kurdistanê re kir.
Bilal Guler ji Rûdawê re behsa projeya xwe kir û got: “Cuma heye. Me bi hev re dûet kir. Me bi Mîlad Doskî re jî duet kir. Projeya me heye. Înşala em dixwazin bi wan re jî hin projeyên hevpar çêbikin. Daxwaza wan jî heye û niyeta me jî heye ku em bi hev re hin tiştan çêbikin.”
Hunermendên olî dixwazin di pêşerojê de ji Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û hin helbestvanên kurd ên navdar jî çend helbestan şîrove bikin û bi muzîka tesawifî pêşkeşî qesîdehezan bikin. (Rûdaw)