Qala projeyên îfsadê yên ku DBP kir
Arîkara Serokê Şaredariya Kayapinarê Şukran Nemrut balan kişanda li ser projeyên îfsadê yên ku ji teref DBPê ve beriya qeyûmê li navendên çand û jinan dihatin kirin û destnîşan kir li van deran ji PKKê re eleman dihatin temînkirin û ji însanan re hevzayendî dihat empozekirin.
Arîkara Serokê Şaredariya Kayapinarê Şukran Nemrut li Diyarbekirê bi temsîlkarên jin ên STKyan ve hat bal hev û balan kişanda li ser projeyên îfsadê yên ku ji teref DBPê ve beriya qeyûmê li navendên çand û jinan dihatin kirin û destnîşan kir li van deran ji PKKê re eleman dihatin temînkirin û ji însanan re hevzayendî dihat empozekirin.
“Cîgerxwîn ji KCKê re bûbû cihê temînkirina elemanan ”
Nemrut di berdewama axavtina xwe de diyar kir Cîgerxwînê ku cihê navenda çan û hunerê ye ji KCKyê re bûbû cihê temînkirina eleman û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelo vê yekê dizanîbû? Di pirtûkxaneya wê de 120 hezar kitêb hene 3 carana hatin kontrolkirin. Lê hê jî 180 kitêb li wir mane. Di wan kitêban de tiştekî ku tê de qala Xweda û Pêxember tê kirin tuneye. Lê belê li ser navê hînkirina bêdînîtî û bêîmaniyê her tiştê ku hûn bixwazin heye.”
Nemrut di berdewama axavtina xwe de diyar kir li van navendên jinan fikra hevzayendiyê tê empozekirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelo hûn bi Navenda Şewirînê ya Jinan a Ekîn Ceren dizanin? Ev der hêj mohirkiriye. Ji vê derê paketan dişandin li serê çiyê. Wiha xuya dikir ku li wê derê şiklê herî dawî dihat dayîn. Rojek midûra min a malbat û jinan hat ba min û ji min re got ku ‘min di çekmecê de tiştek dîtiye. Lê ez nikarin tiştê ku min dîtiye ji te re bibêjim, ez ê wêne nîşanî te bidim.’ Gelo hûn dizanin ew çi bûn? Di wan wêne û fotoyan de hevzayendiyan jin û mêran dihat empoze û hînkirin.”
Nemrut diyar kir kesên ku di wan kreşên DBPê de de erkdar in ne mezûnê lîseyê ne jî û li wan kireşan ji zarokên 3,5 re sirûdê çiyan didan guhdarkirin.(ÎLKHA)