Li Bismilê kitêbên siyerê hatin belavkirin
Li Bismilê beriya bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê sibe bê tertîpkirin 3 hezar kitêbên siyerê hatin belavkirin.
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve dê sibe li Bismilê bernameya Wîladeta Pîroz bê tertîpkirin. Beriya bernameya ku bê tertîpkirin li Bismilê 3 hezar kitêbên bi navê ‘Nûra ku ji Hîrayê Bilind Dibe’ ji teref endam û dildarên platformê ve ji xelk û dikandaran re hatin belavkirin.
Fuat Ayaşê Temsîlkarê Bismilê yê Platforma Evîndarên Pêxember di dema belavkirina kitêban de diyar kir bernameya Wîladeta Pîroz sibe dê di seat 13.30an de bê tertîpkirin û wiha pê de çû: “ Xweda nesîb bike em ê sibe digel xelkê xwe bin. Em bi belavkirina kitêban xelkê dawetî bernamê dikin. Em ê li wê derê bi bernameyeke xweş li hember xelkê xwe bin.”(ÎLKHA)