Erdogan bû endamê AK Partiyê
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî 3 salan bû endamê AK Partiyê.
Piştî ku pergela Serokkomartiya partiyî bi encamên referandûma 16ê Nîsanê dest pê kir re Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî 3 salan dîsa bû endamê AK Partiyê.
Serokkomar Erdogan bi qonvoyeke pir qelebalix ji Kulliyê hat Navenda Giştî yê AK Partiyê.
Erdogan li vê derê beyannameya endamtiyê îmze kir û piştî 3 salan dîsa bû endamê AK Partiyê.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku di kongreya ku dê di 21ê Gulanê bê kirin de wek serokê giştî yê partiyê hat hilbijartin re dê wezîfeya xwe ya Serokkomartiyê bidomîne.(ÎLKHA)