Weqfa Umut Kerwani bi diayan hat vekirin
Avahiya nû ya Weqfa Umut Kerwaniya ku bi alîkariyên ku dike rûyê kesên feqîr û jar dikenînî bi diayan hat vekirin.
Weqfa Umut Kerwani ya ku bi alîkariyên maddî û manewî yên ku ji feqîr û jaran re dike û bi xebatên ku hewil dide nesleke zana perwerde bike li Taxa Yavuz Selîma Esenlera Stenbolê avahiya xwe nû ya xizmetê bi diayan vekir.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk, Serokê Weqfa Umut Kerwani Abdulbaqî Yeşîlmen, Bedrî Dulgeyê Koordînatorê Herema 3yemîn ê Heyeta Mutevellî yê Weqfa Umut Kerwani, Serokê Lijneya Îcrayê yê Koma Dogru Medyayê Fîkret Gultekîn, Birêveberê Weşanê Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş û gelek birêveberên STKyan beşdarî vekirina merasîma avahiya nû bûn.
“Me qada xwe ya xebatê fireh kir da ku ji kesên feqîr û jar re alîkarî bê kirin.”
Serokê Weqfa Umut Kerwani Abdulbaqî Yeşîlmen di vekirina merasîma avahiyê de axavtinek kir. Yeşîlmen di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew qada xebatên xwe fireh kirine da ku alîkariyê bigihijînin feqîr, jar û hewcedaran û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji rexekê ve ji bo rihetî û hizûra xwe û naskiriyên xwe hewil didin û ji rexê din ve jî kesên ne dûrî me ne hewil didin sax bimînin û mucadeleya jiyanê didin. Ji ber tiştên ku hinek kes dikin heqê jiyanê ya însanan ji destên wan tê standin. Em wek Weqfa Umut Kerwani ji vê yekê re dê nebin temaşakar. Weqfa me ya ku di sala 2013an de hat damzirandin di sala 2017an de bû sazimanî û qada xwe ya xebatê fireh kir da ku ji kesên feqîr û jar re alîkarî bê kirin.”
Yeşîlmen di berdewama axavtina xwe qala xebatên alîkariyê yên ku ji teref weqfa wan ve him li nava welet û him jî li derveyê welêt hatine kirin kir û diyar kir kesên dixwazin dikarin ji ser malpera www.umutkervani.org.tr li wan binêrin. Yeşîlmen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me digel 60 STKyan qerar da da ku em bi hev re xebatê bikin. Divê xelkê me qinyantiya xwe bi weqfan bînin û xwedî li wan derkevin.”(ÎLKHA)