Mahkûmê nexweş Alpsoy birin girtîgehê
Mahkûmê nexweş ê ku ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin piştî ku ameliyat bû, digel serîlêdanên fermî yên malbata wî dîsa nehiştin ku malbat, wî bibîne û wî şandin girtîgehê.
Mehmet Emîn Alpsoyê ku 70 salî ye ev bû 17 sal ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin. Alpsoyê ku ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin wan rojên borî ji ber nexweşiya fitiqê hat rakirin xestê û hat amaliyatkirin. Malbata Alpsoyê ku ji ameliyatê derket xwest ku wî bibînin û ji bo vê yekê serîlêdana fermî kirin. Lê digel serîlêdanê nehiştin ku malbata wî Alpsoyî bibîne.
Ji ber vê astengkirina ku hatiye kirin Rabîa Alpsoya ku xanima Mehmet Emîn Alpsoyî ye derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşan da û ji ber ku ji mahkûmekî ku nikare îxtîyacên xwe tedarik bike re ev miamele tê kirin bertek nîşan da.
“Ger zilamê min nikaribe li ser piyan bisekine yan jî rûne û nikaribe bi me re hevdîtinê bike çawa digel halê wî yê nexweş tê taburcîkirin”
Alpsoy berdewama axavtina xwe de diyar kir ew derheqê tenduristiya zilamê xwe de bifikar e û heq û hiqûq bûye pêleystoka destên zarokan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 3 roj e ku ez û birayê zilamê min ê 73 salî yê ku ji Mêrdînê hatiye her roj 30 kîlometre rê diçin da ku em ji edliyê destûrê bixwazin. Me roja ewil ji dozgeriyê destûr xwest, lê tenduristiya wî kirin hincet nehiştin em wî bibîn. Rosja duduwan dîsa em çûn dozgeriyê, lê memûrê li dozgeriyê dema ku li xestê jê re gotin rewşa tenduristiyê yê zilamê min nebaş e dîsa destûr nedan û em vegeriyan. Roja sêsiyan em bi hêviyeke mezin çûn dozgeriyê û me destûr girt. Dema ku em vegeriyan nexweşxanê, li cihê ku mehkûmên nexweş lê dimînin me dît ku zilamê min ne li wir e. Tu nabe berî wê rojekê zilamê min taburcî kirine û wî birine girtîgehê. Ger zilamê min nikaribe li ser piyan bisekine yan jî rûne û nikaribe bi me re hevdîtinê bike çawa digel halê wî yê nexweş tê taburcîkirin. Em vê yekê fêm nakin. Ger rewşa wî ew qas baş bû û ji bo vê yekê wî şandin girtîgehê, ma çima nehiştin em wî bibînin?”
“Ew kesên ku diviyabû edaletê tesîs bikin heqê û hiqûqê xistin pêleystoka destên zarokan ku ev yek jî nayê qebûlkirin”
Alpsoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji rayedaran teleb dikin da ku derheqê mexdûriyetan de lêkolîn bê kirin û dû re wiha pê de çû: “ Gelo sedema vê zilm û neheqiyê 3-4 memûrên ku xwe bi tiştekî dihesibînin in ? Elbet birêveberên li ser serê van memûran jî mesûlê vê yekê ne. Ew kesên ku diviyabû edaletê tesîs bikin heqê û hiqûqê xistin pêleystoka destên zarokan ku ev yek jî nayê qebûlkirin. Xalên me yên ku heqê me bigeêrin tunene, tenê Rebbê me heye ku ew jî ji hemû kesî bi qudrettir e. Ez wan kesên ku vê zilmê li min û zilamê min dikin dispêrim. Ji ahê mezlûman bitirsin. Em wek malbatî dixwazim bi hevserê min re hevdîtinê bikin. Bila derheqê wan kesên ku vê zilmê li me dikin de tehqîqet bê destpêkirin.”
Weke ku tê zanîn berî niha malbata Mehmet Emîn Alpsoyê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin bang li Serokkomar Erdogan kiribû da ku rayeya xwe ya efûkirinê bi kar bîne. Her wiha weke dê bê bîran Şeyhmus Alpsoyê ku lawê Mehmet Emîn Alpsoyî ye ji ber êşa qanserê destên wî kelepçekirî hatibû birin nexweşxanê ku ev yek jî di raya giştî de bûbû sedema bertekên tund.(ÎLKHA)