Dayike Yûsifî çû rehma Xwedê
Hacîra Aysuya diya Yunus Aysuyê ku ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin di dema ameliyata anjîoyê de wefat kir.
Hat ragihandin Hacîra Aysuya(70) diya Yunus Aysuyê ku ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin ji ber ku damarên qelbên wê hatibûn girtin. Hacîra Aysu di dema ameliyata anjîoyê de wefat kir.
Aysuya ku ev demek dirêj e nexweşiya wê ya qelbê hebû dema ku çû nexweşxanê hîn bû ku damarên qelbê wê xitimîne. Aysuya ku ji ber nexweşiya xwe ket ameliyatê di dema ameliyatê de qelbê wê sekinî û wefat kir. Cinazeya Hacîre Aysu piştî nimêja cinazê ya ku hat edakirin re li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
Hewariya Aysu li Mala Hewariyê ya Huzurê tê qebûlkirin.(ÎLKHA)