Di 23emîn salvegera şehadeta xwe de Sertîp Bîlek
Li Diyarbekirê 23 sal berê Sertîp Bîlekê xwendekarê zanîngeha Dîcleyê bû û bi nasnameya xwe ya Îslamî dihat naskirin bi sedem êrîşekê hat şehîdkirin. 23 sal di ser salvegera şehadeta şehîd Sertîp re derbas bû.
Sertîp Bîlekê xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê bû û bi nasnama xwe ya Îslamî dihat naskirin di 26ê Kanûna 1994an dê di encama êrîşek çekdarî de hat qetilkirin û hat şehîdkirin. Şehîd Sertîp Bîlek ji wan ciwanên ku doza Îslamê ji xwe re kiribûn armanc yek bûn.
Sertîp Bîlekê li Zanîngeha Dîcleyê di Fakulteya Perwerdehîyê de beşa mamostetîya fîzîkê dixwend û di oxira doza Îslamê de hat şehîdkirin. Di ser şehadeta şehîd Sertîp de bi temamî 23 sal derbas bû.
Hevalê Şehîd Sertîp yê di heman fakulteyê de xwedekar bûn Metîn Kaya bahsa şexsîyet û jîyana şehîd kir û îfade kir kû ew ji bo Mislimana zêde bi şefqet û merhamet bû.
Kaya wiha got: “Me bi Şehîd Sertîp re li heman fakulteyê dixwendin. Me li Fakulteya Perwerdehîyê beşa mamostetîya fîzîkê xwendin. Şehîd nedixwest em jî wî re bibêjin ‘Sertîp’ her tim ji vê nerehet bû. Me li zanîngehê jêre digotin ‘Yûsûf’. Ji xwe ji hevalan gelek kesî nizanibûn navê wî Sertîbe. Piştî şehîd bû û derket çapemenîye gelek hevalan digotin ‘Sertîp kîye?’ malbata şehîd nedixwest şehîd here cem biyarên xwe yên oldar. Her tim dixwestin wî ji wan dûr bixin lê di gel vana teva Şehît Sertîp ji doza Îsamê dûr neket û xwe neda paş.”
“Roja şehîd bû behsa pirsgirêk û zehmetîyên Misliman dikşîne dikir”
Kaya destnîşan kir ku Sertîp Bîlek her tim derdê Mislimana ji xwere dikir derd û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Roja Sertîp şehîd bû em li baxçeyê mektebê bihevre digerîyan. Dema em digerîyan jî bahsa zehmetî û pisgirêkên Misliman di nev de ne dikir. Digot ‘çima Misliman wilo dikin? çima di navbera wan de cûda bûn heye? Çima hinek êrîşî kesên jo bo Îslamê dixebitin dikin?’ wî bi xwe jî li mizgeftekê dersa Kur’ana Pîroz dida zarokan. Hin kesan dixwestin wî sabote bikin. Wî nerazîbûna xwe dihanî ziman. Ji ver vêya pir mehzûn dibû. ‘Ji bo me zarok bihanîna camîyê em dixebitîn lê belê hin kesên qaşo digotin em Mislimanin bi hîle û derewan ji xwendekarên me re bahsa tiştên ne di cî de dikirin. Dixwestin xwendekarên me ji mizgeftan bidin dûrxistin.’ Şehîd ji ber vî hereketên wan zaf aciz dibû. Dema saeta dersa wî dihat qet nedisekinî û digot dema dersamin hatîye û radibû diçû. Dema li camîyê ders dida ji teref wan kesana ve hat şehîdkirin. ji teref wan kesên ku qaşo digotin em Mislilmanin ve hat şehîdkirin.”
“Malbata wî nikarîbû ew ji doza Îslamê dûrbixistana”
Kaya destnîşan kir ku malbata şehîd Sertîp ji bo hevalên wî neyên cinazê wî naaşê şehîd bi lez û bez birin Sêrtê û wiha li axaftina xwe dawî anî: “Malbata şehîd ji bo hevalên wî neyên cinazê şehîd naaşê wî revandin Sêrtê. Nexwestin Misliman ji cinazê wî re xwedî derkevin. Paşê me bihîst ku cinazê wî birine Sêrtê. Malbata wî ew ji daw û zoza wî nikarîbûn bidin dûrxistin. Lê belê ji bo hevalên wî bi rehetî nerin ser qebra wî cinazê şehîd birin Sêrtê. Şehîd Sertîp her tim digot dema ez şehîd bibim li ser qebra min binvîsin Yûsûf lê belê malbata wî wesyeta wî nehanîn bi cîh û li ser qebra wî navên wan dixwestin nivîsandin.” (ÎLKHA)