Evîndarên Pêxember dê li Stenbolê bernameya Mewlûdê tertîp bike
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve dê li Stenbolê bernameya Mewlûdê bê tertîpkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Koordînatorîya Stenbolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew ê di 29ê Nîsana 2018an de li Qada Mîtîngê ya Yenîlapi ya Stenbolê di seat 14.00an de bernameya mewlûdê ya bi mijara “Fêmkirina Jiyana Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” bê tertîpkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji teref endam û dildarên wan ve xebatên amadehîyê yên bernamê bênavber berdewam dikin û ew ê roja bernamê bo kesên beşdarvan bên veguhastin qada bernamê ji 116 xalan wesayît bên rakirin.
Di dawîyê xelk hat vexwandin bernameya “Fêmkirina Jiyana Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî.”(ÎLKHA)