Lêkolîna Li Ser Qetlîamê Qediya, Wê Rapor Bê Nivîsandin
Bi ser qetlîama Roboskî ve, deh meh derbas bûn. Ne hikûmet ne jî eskeriyê xwe dan ber vê sûcê qetlîamê.
Bi ser qetlîama Roboskî ve, deh meh derbas bûn. Ne hikûmet ne jî eskeriyê xwe dan ber vê sûcê qetlîamê. Bi çend peyvan mesele gerandin. Vê rewşa bêdengî û ğemsarîtî di rapora yekîtiya Ewrûpa de jî hat tenkîd kirin. Di qetlîama 34 mezlûm û rebenên gundî de, kesên sûcdar nehat diyar kirin. Hikûmet xwestibû ku bi lêkolînê meselê fêm bike. Helbûkî mesele eşkere bû.
Li gor xeberan hat gotin ku komîsyona lêkolîna heqên însanan ya Meclîsê, lêkolîna xwe ya li ser qetlîama Roboskiyê qedand. Niha dora nivîsandina raporêye. Ji bo nivîsandina raporê qirar hat dayîn.
Parlementerê AK Partiyê yê Orduyê Îhsan Şenerê serekê komîsyona jêr, di heqê rewşa lêkolîn û raporê de wiha got: “Heta meha kanunê, wê rapor bê nivîsandin. Eger partîyên muxalefetê tu tiştên nû nexwazin, di planê me de heye ku em heta meha Kanûnê nivîsandina raporê xelas bikin.”
Qomîsyonê heta niha derheqê bûyerê de, raporên saziyên qamûyê lêkolîn kiribûn û dîmenên heronê temaşe kiribûn (Bangaheq)