Muzakereyên Nukleerê
Muzakereyên nukleerê yên di navbera Îran û 5 endamên konseya ewlehiya dewletên yekbûyî û Elmanyayê de, li bajarê Almatiya Qazakîstanê tên lidarxistin.
Muzakereyên nukleerê yên di navbera Îran û 5 endamên konseya ewlehiya dewletên yekbûyî û Elmanyayê de, li bajarê Almatiya Qazakîstanê tên lidarxistin. Qonax û edresa nû jî Stenbol e. Hat gotin ku, wê muzakere di 17-18ê Adarê de li Stenbolê bên lidarxistin.
Hêla Tehranê beyan kir ku, muzakereyên li Almati musbet derbas bûne. Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Rabkov, ji ajansa Itar Tassa Rûs re diyar kir ku, heger Îran di tesîsa nukleerê ya Fordoyê de, dev ji hewla ji sedî 20 zengînkirina ûranyûmê berde, wê hêzên rojava hinek boykotên li ser wê sist bikin. Seîd Celîliyê sermuzakerevanê Îranê jî îfade kir ku, dikarin li ser mijara ji sedî 20 zengînkirina ûranyûmê, bi hêla rojava re muzakere bikin.
Îran û welatên rojava li hev kirin ku, di sewiya pisporiyê de di 17-18ê Adarê de, li Stenbolê muzakereyan bidomînin. (Bangaheq)