Şahidên Dewrekê
Di salên 1990î de kî berê xwe bidana Îslamê ev yek sûc dihat qebûl kirin. Ders dayîn û ders sitendina ji Quranê sûcê terorê dihat qebûl kirin.
Di salên 1990î de kî berê xwe bidana Îslamê ev yek sûc dihat qebûl kirin. Ders dayîn û ders sitendina ji Quranê sûcê terorê dihat qebûl kirin. Tu kesî bawernedikir ku wê rojekî wehşeta di destpêka Cimhûriyetê de li gelê Musulman vegere, lê çêbû. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê li ser gelê Musulman tezyîqatên mezin hebû. Belgefîlma “Bîr Donemîn Tanıkları” ango “Şahidên Dewrekê” meğdûriyetên wê dewrê tîne ber ekranên we.
Huseyîn Olam, yek ji meğdûrên wê dewra bi wehşet. Ji alî Jîtemê ve tê revandin û teklîfên sîxurtî û ajantiyê lê tên kirin. Dema ev teklîfa wan ji alî Huseyîn tê red kirin, çeteyên wehşetê bi îşkenceyan dixwazin vê xwesteka xwe pê bidin qebûl kirin.
Bi hefteyan ji Huseyîn û birayê wî xeber nayê sitendin. Tevî murace’eten resmî bê cewab dimînin.
Pey hefteyan, te’de û îşkenceyên giran li çolekê tên berdan. Digel ku dibêjin em ji alî Jîtemê ve hatine revandin jî rayedarên wê demê dixwazin vê revandinê têxin situyê Hîzbullah.
Pey ku tê berdan, vêcarê jî bi awayekî resmî kesên wî revandine dora mala wî digrin. Dîsa wî desteserdikin û dîsa teklîfên qirêj lêdikin.
Pey re bi zorê îfadeyên derew pê didin îmze kirin û wî dişînin mehkemê...(bangaheq.net)