Li Tîbeta Xweser Hêlan
Do na pê li herêma Tîbeta Xweser, di kana zêr de hêlan û hezaz qewimî. 83 karker di bin axê de man.
Do na pê li herêma Tîbeta Xweser, di kana zêr de hêlan û hezaz qewimî. 83 karker di bin axê de man. Hat beyankirin ku, heta niha cesedê nêzî 30 kesan hatine dîtin. Xebatên rizgariya karkeran didomin.
Hadîse 70 kîlometre dûrî Lassayê qewimî. Li ser hadîseyê, zêdetirî 2 hezar personelên rizgariyê sewkî herêmê bûn. Lê li herêmê ji ber hêlanên biçûk û hewa sar, xebatên xelasiyê pir zehmet e. Rayedar gûmana mirina karkeran dikin.
Tê îfadekirin ku li Tîbeta di bin îdara Çînê de, bi milyonan ton rezervên zêr, alumînyûm û sifir hene. (bangaheq)