Grevên Birçîbûnê Belav Dibin
Grevên Birçîbûnê Belav Dibin Berî niha mehkûm Meysere Ebû Hamdiye di zîndanên îşgalkerê Îsraîl de şehîd bûbû. Pey şehadeta Meysere, di hepsên rejîma terorê Îsraîl de yên ku, di wan de 4 hezar û 700 girtî û mehkûmên Fîlîstînî hene, greva birçîbûnê belav dibe.
Berî niha mehkûm Meysere Ebû Hamdiye di zîndanên îşgalkerê Îsraîl de şehîd bûbû. Pey şehadeta Meysere, di hepsên rejîma terorê Îsraîl de yên ku, di wan de 4 hezar û 700 girtî û mehkûmên Fîlîstînî hene, greva birçîbûnê belav dibe. Heyeta bilind ya hêsîrên Fîlîstînê, ji bo mehkûman, ji welatên musluman û Ereb alîkarê xwest.
Heyetê beyan kir ku, di hepsên Ramon û Nefhayê de ji ber me’mela xerab yên ğardiyanan, 50 mehkûm dest bi grevê kiribûn. Feqet pey şehadeta Meysere, greva birçîbûnê li hepsên din jî dest pê kiriye.
Heyetê diyar kir ku, di hepsên siyonîstan de zulm û me’mela xerab dewam dikin. Berî niha grev heta 255 rojan dewam kiribû.
Meysere Ebû Hamdiye, 64 salî bû. Bi qansêrê bû û nedihat tedawîkirin. Ji ber şehadeta wî, li Ğezze û Şerîa Rojavayê protesto dest pê kirin û li Şerîa Rojavayê şîn hate îlankirin. (Bangaheq)