Li Iraqê Alozî Didome
Sibeha Pêncşembê li herêma Hawîceya Kerkûkê, hadîse dest pê kiribû û pey re pijiqîbû Misûl, Fellûce û Beğdayê. Heta niha di hadîseyan de dora 200 kesî can dane.
Do jî li Beğdayê li 4 camiyan, di heyama nimêja înê de êrîş hatin rastkirin. Serekwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî rewşa hanê mîna “herba mezhaban” îfade kir û wiha got “Herba mezheban li Iraqê dest pê nekiriye. Esil ji Sûriyê derbasî Iraqê bûye. Di pey van şeran de jî, pere û entrîka hene.”
Li gorî çavkaniyên nexweşxanan, do li bajarê Sadrê, di teqîna ku li bazargehê pêkhatibû de, 7 kes hatine kuştin, dora 30 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din hat beyankirin ku, li Enbarê li alîkarê şefê polîs Ebdhalîf Cûdanê, teşebbusa sûîqestê hatiye rastkirin. Hat diyarkirin ku hefadekî şefê polîs, giran birîndar bûye (Bangaheq)