Projeya Fîtneyê
Tepkiyên li ber avêtina esasê projeya camî û cemeviyê zêde dibin
Tepkiyên li ber avêtina esasê projeya camî û cemeviyê zêde dibin. Cemiyeta Aliman da zanîn ku projeya pevreyîya camî û cemeviya merkeza çandê, projeyeke fîtneyê ye. Ji lew divê misluman li ber van fîtneyan hişyar bin.
Tepkî tên nîşandan ku wê proje zirarê bide bawerîya tewhîdê, lewra hinek rîtuelên ku tu eleqa wan bi Îslamê tune ne, di statuya îbadetê de bên qebûlkirin, wê projeyeke fîtneyê be.
Serekê Cemiyeta aliman Mela Enwer Kiliçaslan da zanîn ku divê misluman li ber van projeyên fîtneyê hişyar bin. Mela Enwer wiha got: “Camî ciyê nimêj û îbadetê ne. Dînê îslamê dînê tewhîd û yekîtîyê ye. Pevreyîya Camî û Cemevî, wê li Tirkiyê bibe sebebê fîtneyê, paşê jî ew ê mezin bibe.”
Serekê TIYEM-Derê Selahattîn Yazici jî wiha got: “Hewla ku Cemevî bikin îbadetxabne û navê wê jî îbadetxane deynin, ew ê zirarê bide tewhîdê. Ew ê webalê wê pir giran be.”
Serekê Dîn-Bîr-Derê Ebdullah Arslan jî wiha beyan kir: “Bi navê Cemeviyê tu îbadetxane tune ye. Çawa dêr û camî pevre nabin, cemevî û camî jî pevre nabin.”(Bangaheq)