Karaman: 2 Mabedên Dînekî Çênabin
“2 Mabedên Dînekî Çênabin” Hayrettîn Karamanê profesorê hiqûqa Îsalmê, li projeya pevreyîya camî û cemevî ya ku Fethullah Gulen pêşîvaniya wê dike îtîraz kir
Hayrettîn Karamanê profesorê hiqûqa Îsalmê, li projeya pevreyîya camî û cemevî ya ku Fethullah Gulen pêşîvaniya wê dike îtîraz kir. Karaman di meqaleya xwe ya di warê niqaşên camî û cemeviyê de beyan kir ku 2 mabedên dînekî çênabin.
Hayrettîn Karaman wiha got: “Neyta min tune ye ku fikrên hinek kesan bibêjim. Li ez di wê qinaetê de me ku dudukirina mabedên muminan nabe sebê yekbûnîkirinê, ew ê xizmeta jihevketinê bike. Her dînek mabedeke wî heye. Ger camî û cemevî li tenişta hev bin, ew ê xeter û talûke pêk bên.”
Hayerettîn Karaman gotina wiha dewam kir: “Berê miriyên aleviyan jî li camiya dişuştin û nimêja wan jî li camiya dihat kirin. Dûre hinekan cenazeyên xwe ji camiyan qetandin. Pey re mîna camiyan cemevîyên îbadetxane teleb kirin. Niha ev teleb tam nehatiye pêkanîn. Ez ji we dipirsim: Gelo misluman û alevî mîna hemî mislumanan li camiyan îbadetên xwe bikin dibe nîşana yekîtiyê, yan alevî hemî adetên xwe bi tena serê xwe bikin dibin sebebê yekîtiyê?” (Bangaheq)