Tepkiyên Li Ber “Andimiz”ê
Li mektebê pêşîn bi navê “Andimiz”ê, bi zarokan ve sond tê xwendin ku tê de irqçîtî û zihniyeta eskerî heye
Li mektebê pêşîn bi navê “Andimiz”ê, bi zarokan ve sond tê xwendin ku tê de irqçîtî û zihniyeta eskerî heye. Tê de wiha tê gotin: “hebûna min ji hebûna Tirk re xelat be” Saziyên sivîl û partiyên siyasî îfade dikin ku ev gotin hem li gorî dînê Îslamê zulm û irqçîtî ye, hem jî hem sond zihniyeta eskerî ya dewra zorbatiyê nîşan dide. Ji lew dixwazin ev sond li mekteban rabe.
Berî niha li Diyarbekirê 57 saziyên sivîl digel cemiyeta Mustezefan û Huda Parê, ji bo rakirina vê sondê li ber midûriya perwerdeya mîllî ya bajêr beyanata medyayî li dar xistibûn.
Partiya Seadetê jî destek da vê beyanatê. Alîkarê serokê partiya Seadetê Yaşar Canbay temenî kir ku sala nû ya perwerdeyê ji hemî kesî re bi xêr be û wiha dewam kir: “20 sal berê rehmetî Necmeddîn Erbakan Xoce li Çewligê di xeberdaneke xwe de wiha gotibû: Eger hûn her roj di destpêka mektebê de bêjin: Ez Tirk im, Rast im, Jêhatî me. Evên din jî ew ê bêjin: Ez Kurd im, Rastir im, Jêhatîtir im. Heger hûn li ser çiyan binivîsînin: Çi bextewar e kesê bêje ez Tirk im. Evên din jî ew ê tiştekî din binivîsînin. Çendakî berê 57 saziyên sivîl ji bo rakirina ev sondê civiyan. Dan zanîn ku ev sond irqçîtî ye. Eger mîna Erbakan xoce 20 sal berê gotibû, ev sond bê rakirin, ew ê mesele hal bibin. Divê zarok û ciwanên me li mekteban bi besmeleyê dest bi tehsîlê bikin.”(Bangaheq)