Li Beytûllahê Lehiya Însan
Bi destpêbûna rojên meha Zilhîcceyê, li erdên miqeddes hejmara mislumanan û heyecana îbadeta hecê jî zêde bû. Îsal nêzî 2 milyon û nîv misluman diçin hecê.
5 roj mane ji îda qurbanê re. Namzetên hecê hewl û ğeyretek mezin didin ku 5 wext nimêjin xwe li ber Beytûllahê eda bikin. Saetek beriya azanê, kuçeyên li hawêrdora Kabeyê, ji trafîkê re tên girtin.
Digel ku bi roj germahî nêzî 40 derence dibe jî, li hawêrdora Beytûllahê ji bo nimêjê cî namîne. Pey ku roj diçe ava, her terefê beyta Xwedê ji bo tewafê tije dibe.
Namzetên hecê nimêjên êvarî û îşayê bi cemaet dikin, bi şev jî radibin nimêja teheccudê, dûre heta fecrê bi tewaf û îbadet û xwendina Quranê wextê xwe derbas dikin. Pey nimêja sibehê, vedigerin otelên xwe. Coş û heyecana mislumanan ji rûyê wan eşkere dibe.
Gelek kes jî deverên miqeddes û yên di tarîxa îslamê de ciyekî girîng digirin, ziyaret dikin. BANGAHEQ