Tarîx Qetlîamkeran ‘Efû Nake
Li Diyarbekirê saziyên sivîl, bi minasebeta roja sedemîn ya derbeya Misrê, bi armanca destekê bidin berxwedana xelkê Misrê
Li Diyarbekirê saziyên sivîl, bi minasebeta roja sedemîn ya derbeya Misrê, bi armanca destekê bidin berxwedana xelkê Misrê, pey nimêja înê ji camiya mezin heta meydana Şêx Seîd meşiyan, li wir beyanateke medyayî li dar xist.
Bi hezaran kes tevlî meş û protestoyê bûn. Her wiha jinan jî destek dan çalakiyê. Bi Kurdî, Tirkî û Erebî slogan hatin avêtin, bi panqartan destek dan Muhemmed Mûrsî û bi tekbîran heta meydana Şêx Seîd meşiyan.
Li meydanê beyanata medyayî, ji aliyê Ferzende Lale ve hat xwendin. Di beyanatê de wiha hat gotin: “Em misluman, ji terorîstên serzemîn Emrîka û siyonîst îsraîlê, ji hêzên emperyalîstên şerq û ğerbê, ji îdareyên welatên Ereb yên kolewar tu alîkariyê hêvî nakin. Li Misrê di her niquta xwîna tê rijandin de, dolar û riyalên van hêzên ku ji însaniyetê bêpar hene.”
Di dewamiya beyanatê de wiha hat îfade kirin: “Em ji vê meydanê diqîrin ku ev meydana Şêx Seîd ne ğerîbê şehîd û şehadetê ye. Piştgiriya ji bo xelkê misluman yê Misrê li meydanan micadela azadiyê dide, ji şehîdên me re deynekî me yê wefayê ye.” BANGAHEQ