'Dema heya biçe civak xera dibe'
Ji teref Komeleya Îmam Xetîba ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve li Êlihê bernameyeke bi navê “Tîmsala Edeb û Heyayê Hz. Osman” hat tertîpkirin
Li Êlihê ji Komeleyên Endamê Platforma Evîndarên Pêxember, Komeleya Îmam Xetîbê bi sernava “Tîmsala Edeb û Heyayê Hz. Osman” bernameyek lidarxist.
Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davût Şahîn, Serokê navenda giştî yê HUDA PARê M. Şerîf Dûrmaz, Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulema Mela Beşîr Şîmşek, Sekreterê Îttîhadul Ulemayê yê Êlihê Mehmet Alî Altûn, Kordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember Ercan Ekîncî, temsîlkarên STK û welatî beşdarî bernameyê bûn.
Bername ji teref Hafiz Salîh Îbîlî ve bi xwendina Qur’anê destpêkir û pêşkêşvaniya wê Mehmet Alî Şîmşek kir. Piştî xwendina Qur’anê di heqê jiyana Hz Osman de bi danîşana sînevîzyonê berdewam kir.
Piştî danîşana sînevîzyonê bername bi xwendina merş û îlahiyan dewam kir û Lêkolîner û Nivîskar Ozkan Yaman wek axaftvan beşdarî bernameyê bû û behs û qala jiyana Hz Osman kir.
Yaman destnîşan kir ku divê meriv ji jiyana sehabeyan mînakan bigre û wisa pêde çû: “Di warê heyayê de Hz. Osman, di emanet de Hz. Ebû Ubeyde Bîn Cerrah, di edaletê de Hz. Omer, di mêrxasiyê de Hz Alî, di dilsoziyê de Hz. Ebûbekîr û sehabeyên din divê mînak werin girtin. Kesên jiyana sehabeyan ji xwe re kiribe mînak wê bi şiklekî herî xweşik bijî. Xweda ji wan razî, ew jî ji Xweda razî ne. Madem ku em ji bo riza Xweda nimêj dikin, ji bo riza Xweda rojiyê digrin, ji bo wî em zikatê didin, tenê ji bo riza Xwedayê xwe em kom dibin û tên cem hev, ji bo riza wî em diaxifin û dijîn wê çaxê razîbûna Xweda yek jê jî mînak girtina sehabaya ye, mînak girtina Ensar û Mihaciran e û xwe şibehandina wek wan e ku Xwedayê me jî ji me razî bibe. Em çi qas Hz. Osman biaxifin Xwedayê me wê ew qas ji me razî bibe. Dema em wî biaxifin divê em ji jiyana wî mînakan bigre. Xweda ji wan razîbû ew jî ji Xweda razîbûn”.
“Ne tenê dewletên Îslamî berî niha sed sal berê dewletên Ewrûpa jî bi haya bûn”
Yaman diyar kir ku ji bilî hayaya Hz. Osman gelek exlaqên wî yên xweş hene û wisa li axaftina xwe zêde kir û got: “Gelek xesletên Hz. Osman ên ku meriv ji xwe re mînak bigre hene. Ne tenê heyaya wî. Di girtina dia, camêrî û xizmetê de her tim Hz. Osman derdikeve pêşiyê. Di vê esra me de nefesa Hz. Osman lazime , lazim e Osmanekî esra me pifke vê bêexlaqiyê, dema em li roja xwe ya îro dinhêrin bê em ji ku diçin ku, derdikeve holê. Ne tenê dewletên Îslamê berî niha sed sal berê dewletên Ewrûpa jî bi heya û edeb bûn. Di salên 1880ê de… Li Hollandayê wênesazek li ser paçekî 3-4 mîtro tiştekî dibîne, resm kiribû. Tiştê ecêb hûn dizanin çi ye, berî vê 140 salan temamê jinan tev girtî ne. Yek însanek vekirî tuneye. Niha hun nikarin herin wî bajarî. Li Ewrûpa 1880an du herbên cîhanê çêbûn. Ji 100 milyonî zêdetir însan hatin kuştin. Bajar tev wêran bûn. Ne tenê ev, li Ewrûpa malbat jî nema. Malbat û zewac jî tuneye. Ne ji sedî 50 qet tuneye. Ji ber vê yekê reqemên wek ji sedî yek an pênc an jî deh hejmara Mislimanên ji van deran çûne li wir in.”
Yaman di dawiya axaftina xwe de weha got: “Heya û heyat du bira ne. Ji xwe kelîma hayayê ji heyatê hatiye çêkirin. Ji bo jiyana civakekê çi pêwist be ji bo berdewama jiyanekê jî haya lazim e. Dema heya ji nav civakekê rabe ew civak ji hev dikeve û xera dibe. Îranê Bîzans xira nekir. Osmaniyan ji xera nekir. Tiştê Bîzans û Roma hilweşand û xera kir bêexlaqî bû. Divê em îro li xwe vegerin, bawer bikin dirûma me qet tiştên baş nabêje. Elhemdûlîllah ji bo birayên me tiştekî em bibêjin tuneye. Lewra tev nimûna heyayê ne. De ka em li derdora xwe binêrin bê ka bi rastî wanî ye? Medyaya sosyal ya civakî wanî ye? Heya Hz. Osman ji me re tiştên ew qas xweş dibêje îro em îfeta Hz. Meryem û Hz. Yûsûf carek din fêm dikin. Ji vanan em namûsê fêm dikin. Merhametê fêm dikin. Em dûrbûna ji gotinên heram fêm dikin. Alim dibêjin 3 şiklê heyayê heye. Li hember Xweda, civakê û li hember şexsê însan bi xwe heya.Dema kesek bi tena serê xwe bimîne jî divê bizanibe ew ne tenêye.”
Bername piştî merş û îlahiyan bi diayê ku ji teref Sekreterê Îttîhadul Ulema Mehmet Alî Altûn ve hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)