“Rehmeta Pêxember têra temamê jiyanê dike”
Serokê Merkeza Lêkolîna Siyerê Mûhammed Emîn Yildirim li Sîvereka navçeya Rihayê beşdarî bernameya Mewlûda Nebî bû û bal kişand li ser rahmeta Pêxemberê me û got: “Merhameta Pêxemberê me têra temamê jiyanê dike”.
Serokê Navçeya Sîweregê yê HUDA PARê Abdûlrahîm Simak, temsîlkarên saziyên sivîl, melayên mizgeftan û gel beşdarî bernameya ku di salona dawetê de hat tertîpkirin bûn.
Bernameyên îsal bi sernava “Rêberê Aştî, Edalet û Rehmetê Hz. Mûhammed” tên lidarxistin. Bername bi xwendina Qur’ana Pîroz dest pê kir.
Dû re bername bi xwendina mewlûda şerîf û xwendina merş û îlahiyên dewam kir.
Serokê Merkeza Lêkolîna Siyerê, Nivîskar û Lêkolîner Mûhammed Emîn Yildirim wek axaftvan beşdarî bernameyê bû û ji jiyana Resûlê Xweda ya nimûne minakan da.
Yildirim destnîşan kir ku em rojên wîladeta pîroz dijîn û wisa pê de çû: “Birayên min ên ezîz! Em di demsaleke xweş de ne. Em di meha ku Pêxemberê me tê de teşrîfî dinyayê kiriye de ne, em di meha rebîyulevvelê de ne. Dema em van rojên wîladeta pîroz dijîn, Xwedayê min nesîbî min kir ku ez werim vê erdingariya xweş. Ji ber Xwedayê min li Sîwerekê bernameyek bi vî awayî kir nesîbê min ez carek din ji Xweda re şikir û malavahiya xwe tînim ziman.”
“Ev ax ji sehabeyan re war û wargeh”
Yildirim diyar kir ku ev erdingarî erdingariyeke pir girîng e û weha dewam kir: “Hin caran kesên lê dijîn, dibe ku qedr û qiymeta erdingariya ku li ser dijîn baş nizanibin. Ez wek kesekî li derve dijîm dixwazim li ser vê, çend tiştan bibêjim. Ji ber ku bi sedan sehabe li ser van axan şehîd bûne ev der bi qedr û qiymet in. Bifikirin piştî wefata Pêxemberê me (r.x.l) hê 5 sal derbas bûye û salên hîcretê yên 15-16a ne… Dema artêşa Îslamê ya Îyaz Bîn Xenem ji bo Anatolyayê fetih bike hat vê herêmê, Xalîd Bîn Welîd van axan ji xwe re kiribû artêşgeh. Piştî wefata Pêxemberê me (r.x.l) 5-6 sal derbas nebûbû û hejmara artêşa Îslamê 5,6 an jî 7 hezar hebû, dema hatin vê erdingariyê gelek kesên di nav wê artêşê de bûn pirê wan sehabe bûn. Yên din jî, nesla herî bi xêr ya duduwan bûn, tabîîn bûn. Ji ber vê yekê dema em behs û qala vê herêmê an vê axê dikin ji bîr nekin, tovê îmana vê herêmê ji teref sehabeyan ve hatiye avêtin. Ger sehabe tovê îmanê avetibin li ser vê axê wê demê netirsin. Bi îzna Xweda îman dê li ser van erdan heta qiyametê payîdar be. Bi îzna Xweda Îslam dê li ser vê axê bi awakî cuda bê jiyan û wê tevecuhê bibîne.”
“Dengê Îslamê yê bilind wê ji vir ber bi ciyê din ve here”
Yildirim bal kişand li ser pirsgirêkên li ser erdingariya Îslamê û got: “DiBe ku em îro li ser erdingariya Îslamê hinek meşeqetan dikşînin. Hin caran ji bo em Îslamê baştir bijîn dibe ku hin kêmasiyan em bikşinin. Lê rojek wê were ew tovên we çandibe tev wê bibin fîdan. Ew tovên di axê de wê bi şiklekî din mahsûlên xwe bide, wê rojê rengê Îslamê yê bilind wê ji vir ber bi ciyê din ve here. Em dia bikin ku Xweda me jî bighîne wan rojan. Werin em van rojên xweş yên wîladeta pîroz ji bo wan rojên pîroz bikin wesîle û ji Xwedayê xwe re dia û niyaz bikin.”
“Kesên ji şefqet û merhameta Pêxember nasîbê xwe negirtibe tuneye”
Yildirim îfade kir ku mefhûmê rehmetê pir girîng e û wisa li axaftina xwe zêde kir: “Pêxemberê me (r.x.l) ji asta bilind temsîlkarê rehmeteke cîhanî ye. Qur’an di gelek ayetan de behsa rehmeta wî dike. Lê bi gelemberî di dawiya ayetên sureyê Tobê de dibêjê, rehmeta wî bi awakî din muqabele dibîne, ‘Sond be, pêxemberek ji nav we, ji bo we hatiye ku zehmetkêşiya we li ser wî giran e, ew tiştê ku hatiye serê we, wekî ku hatiye serê wî tesîr li ser qelbê wî dihêle. Ew li hember muminan pir rauf ango bi şefqet e û pir rahîm e ango bi merhemet e.’ Em dikarin ‘reûf û rehîm' bi hev re bi kar bînin.”
Yildirim da zanîn ku ew (roniya çavan) qasidê rehmetê ye, rehmeta wî têra temamê jiyanê dike û got: “De ka werin em bifikirin, bê kê ji rehmeta Pêxemberê me (r.x.l) fêde nedîtiye, bê kê ji merhameta wî başî nedîtiye û de ka werin bê kî ji şefqeta wî fêde nedîtiye? Ne tenê Misliman, ew pêxemberekî wisa bû, dilê wî bi neyarê wî jî dişewitî, li ser wan diêşiya da ku îmanê bînin û ji bo wan dia dikir, pêxemberekî bi vî awayî li hember me heye. Ger kesek li Mekkê an li Medînê wefat bikira, wê dilê Pêxemberê me neêşiyabana. Tiştekî wisa tunebû. Dema kesên mirî ne Misilman ba, Pêxemberê me zêdetir xemgîn dibû. Hun dizanin sedema vê yekê çibû? Êşa wî ev bû, digot ‘Ji destê me çû û me îman negihand wî’. Ne tenê ji bo însanan, an ne tenê ji bo kesên li ba wî, dostê wî; şefqet û merhametê wî ewqas mezin û zêde ye ku ev têra temamê kaînatê dikir.”
Yildirim ji merhametê Pêxemberê me (r.x.l) nimûne da û axaftina xwe wisa bida wî kir: “Îbnî Abbas rîwayetekê dibêje ‘Em li Medînê bi Pêxembrê me re dimeşiyan. Min nêrî zilamekî mîhek girêdaye û dixwaze wê serjê bike. Lê belê li hember mîhê sekinîbû û kêr tûj dikir û çavê mihê jî vekirî bû. Dema Pêxemberê me (r.x.l) derket hemberî zilam û jê re got: ‘Hey zilam! Ma qey tu dixwaze vê mîhê bi caran bikuje? Bi vî awaî li hember ajalan jî bi şefqet û merhamet bû, em van tiştan bi dehan di rîwayetan de dixweynin.”
Bername bi diaya ku ji terej Mûhammed Emîn Yildirim ve hat xwendin bi dawî bû. (ÎLKHA)