Li Sîweregê Coşa Şeva Şehadetê
Li Sîwerega Rihayê komela sosyal, alîkarî û piştevaniyê Îkra-Derê, bi minasebeta meha Sibatê....
Li Sîwerega Rihayê komela sosyal, alîkarî û piştevaniyê Îkra-Derê, bi minasebeta meha Sibatê, li Merkeza Ciwaniyê ya Eyup Cenap Gulpinarê, bernameya Şeva Şehadetê li dar xist. Bername bi coşek mezin pêk hat.
Pey xwendina Quranê serokê komelê Remzî Baylan, xeberdana destpêkê û silavdayînê kir. Cext li ser girîngiya şehadetê kir.
Nivîskar û lêkolîner Mehmet Emre jî, di bernameyê de xeber da û da zanîn ku di vê mehê de, gelek misluman li ser ehd û soza xwe mane û şehîd bûne.
Pey re Özcan îlahiyên di heqê şehadetê de gotin. Bername bi duaya Ferît Özturkê qediya BANGAHEQ