Li Ewrûpayê Eşqa Muhemmedî
Li Îtalyayê Weqfa kulturê ya Mewlanayê, li bajarê Comoyê bernameya mewlûda pêxember rast kir. Ji gelek reng û kulturan însan tevlî bernameyê bûn. Bername ji devê Ebdulwehab Yildiz ve bi xwendina Quranê dest pê kir.
Grûba Sûsayê bi kurdî, zazakî û tirkî îlahî gotin. Suleyman Îlhan, li ser eşqa Muhemmedî xeber da. Ebdulwehab Yildiz jî behsa ezîztiya hz. Muhemmed kir. Di bernameyê de serokê giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş jî, xeber da. Pey şanoya tiyatroyê û xwendina îlahîyan, bername bi duayê qediya.
Li Însburka Avûstûryayê jî Camiya Seîdê Nûrsî û Platforma Evîndarên Pêxember bi hev re, salvegera wîladeta pêxemberê me bi bernameyeke mewlûdê pîroz kir.
Bername ji devê Hafiz Celal Kaloşîyê li dinyayê di xwendina Quranê de kesê yekem, bi tîlawetê dest pê kir. Melayê Camiyê Mehmet Nasir Abay, xeberdana silavdayînê kir. Li ser sebebên lidarxistina mewlûdê xeber da.
Yahya Yilmaz xoce jî, di bernameyê de behsa siyer û sîreta pêxemberê me kir û da zanîn ku hz. Resûlullah ji bona xelasiya însaniyetê hatiye şandin.
Xelatên kesên ku di pêşbirka siyerê ya ku di navbera telebeyên camiya han de hatibû rastkirin de derence wergirtibûn hatin dayîn. Bername bi îlahî û duayê qediya.
Her wiha Evîndarên pêxember yên li Ewrûpayê, li Wîsbadenê jî bernameya mewlûdê li dar xist. Zarokên biçûk îlahiyên xwe gotin. Omer Bozkir ji Quranê xwend û dûre mewlûda şerîf hat xwendin. Nivîskar M. Alî Gonul, li ser mihebbeta Resûlullah peyivî.
Paşê li ser hîcreta Hebeşîstanê şanoyek hat lîstin. Xeberdana dawîn ji teref Ömer Bozkir ve hat kirin. Îfade kir ku heger em ji Resûlullah hez dikin, divê em vêya îspat bikin. Bername bi xwendina duayê bi dawî bû
BANGAHEQ