Zorbatiya Cûntaya Misrê
Li Qahîreya paytexta Misrê Zanîngeha Ezherê, qirar da ku 7 hezar qîzên xwendekar ji wargehan bên bidûrxistin
Li Qahîreya paytexta Misrê Zanîngeha Ezherê, qirar da ku 7 hezar qîzên xwendekar ji wargehan bên bidûrxistin.
Yekîtiya Xwendekaran ya Zanîngeha Ezherê beyan kir ku qirara ji bo 7 hezar qîzan, bi bihana endîşeya ewlehiyê hatiye dayîn ku ji 21ê Gulanê pê ve bi qasî hefteyekê, ji wargehan bên bidûrxistin.
Di beyanê de hat gotin ku xwendekarên ji bajarên dûr hatine, ew ê bên mexdûrkirin. Ji ber ku bidûrxistin di hefteya îmtîhanan de ye, ew ê mexdûriyeta wan zêdetir bibe.
Tê îfadekirin ku qirara han, bi armanca protestoyên li ber namzetbûna zalimê Sîsî bên sekinandin hatiye dayîn.
BANGAHEQ