Protestoya Ji Bo Zaron
Dayikên bi navê Safîye Gunduz û Fîlîz Eren, li Dîyarbekir dijîn û Emîne Temel jî ji Edenê hatiye. Her sê dayikên ku hevûdû nasnakin, rîya wan li ber beledîya bajarê mezin ya Amedê gîhan hev.
Her sê pîrek jî bi ‘eynî sedemê li ber beledyê civîyane û îfade dikin ku zarokên wan ên di navbera 15-16 salî de ji teref PKKê ve hatine revandin û ji bo PKK zarokên wan berde, hatine ber bînaya beledîyê, protesto li dar dixin.
Dayikên dilşewat bi resmên zarokên xwe û pankartan rûniştine û dixwazin dengê xwe bilind bikin. Malbata Xetîb Temel, ji Şemrexa Mêrdînê barkirine Edenê û Xetîb zarokê malbatê yê biçûk e.
Temel, di 4ê Nîsanê de çûye navçeya Xalfetiya Rihayê û êdî venegeriyaye. Dayika Xetîb Temel îfade kir ku di malbatê de tek kurê wan Xetîb e û dixwaze wî serbest berdin.
Helîme Gunduz jî 15 salî ye û xwendevana lîseya Selahattîn Eyubîye ya Anadolê ye. Dayik Safîye Gunduz îfade dike ku qîza wê di 23ê Nîsanê de çûye Licê pîknîkê û êdî venegeriyaye malê û tu salox jê nehatîye hilanîn.
Dayika dilsoj weha bang kir: “Ez bangî hemî kesî dikim, bera qîza min berdin, bera ev êş bi min re neyê qebrê, ez hero dimrim.”
Firat Aydin Eren jî bi Helîme Gunduz re di ‘eynî rojê de çuye Lîcê pîknîkê û wenda bûye. Dayîka Eren jî di protestoyê de ye.
Malbat bi hevre dest bi çalakîya rûniştinê û kampanyaya îmzeyê kirine. Îmzeyên ku wê bên komkirin, tê pilankirin ku ji serokcumhûr, serokwezîr, meclîs, saziyên sivîl û yekîtîya Ewrûpayê an jî ji pkkê re bên şandin.
Li aliyê din li ser muracata malbatên zarokan, Şûbeya Diyarbekirê ya Mazlûm-Derê, bang kir ku zarok teslîmî malbatên bên kirin.
Li gorî agahî û beyanan, her sê zarok jî di bin 16 salî re ne. Zarokên ku di bin 18 salî re tevlî orgutê bibin, li gorî Banga Cenewreyê sûc e
BANGAHEQ