Huda Parê Recaî Kûtan Ziyaret Kir
Sekreterê giştî yê Huda Parê Mehmet Yavûz digel heyetekê serokê kevn yê partiya Fazîletê Recaî Kutan ziyaret kir.
Serdan semîmiyane pêk hat. Mehmet Yavûz da zanîn ku hem ziyareteke nezaketê pêk anîne hem jî li ser hedîseyên dawîn xeber dane û fikrên xwe diyar kirine.
Mehmet Yavûz beyan kir ku behsa êrîşên ku di demên dawîn de di serî de li Huda Parê yên li gelek sazîyên sivîl hatine kirin kiriye. Û îfade kir ku divê camiayên Îslamî di van mijaran de bêtir hessas tevbigerin.
Her wiha Yavûz diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê hêviyên xelkê yên der barê aşîtiyê de peyde bûne, lê li hêla rojavayê bi hedîseyên mîna Geziyê, li hêla rojhilatê jî bi Pkk û Bdpê dixwazin sabote bikin. Divê her kes û hêl li ber van bûyeran tiştên ji destên wan tê bikin.
Sekreterê Huda Parê îfade kir ku li Iraqê emperyalîst dixwazin pevçûnan bikin mesela etnîkî û mezhebî.
Serokê ESAMê Recaî Kutan jî, ji ber ziyaretê kêfxweşiya xwe anî ziman. Beyan kir ku divê serdanên wiha pir caran bên kirin
BANGAHEQ