Li Şirnexê Merasima Îcazetê
Li qursa Quranê ya li Dêrguliya Şirnexê, 8 xwendekaran piştî perwedeya 4 salan, kitêbên xwe yên rêzê yên wek fiqh û tefsîr û serf û nehw û hedis û zimanê ‘erebî qedandin û bi merasîm îcazet wergirtin.
Merasîma îcazetê li Camîya Merkezê ya Dêrguliyê hat tertîbkirin. Serokê Cemîyeta ‘Aliman mela Enwer Kiliçarslan, serokê komela Darul ‘Îlmê Mehmet Özer û hinek ‘alim û maqûlên herêmê, merivên xwendekaran û gundîyên derdorê beşdarî merasimê bûn.
Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û bi xwendina îlahî û qesîdeyan dewam kir.
Serokê Cemîyeta ‘Aliman mela Enwer Kiliçarslan bi kurdî axivî û behsa girîngîya hînbûna ‘ilmê kir.
Piştî xeberdanan îcazeta 8 xwendekaran, ji teref ‘alimên herêmê ve hatin dayîn û bername bi dûayê qedîya.
BANGAHEQ