Li Ercîşa Wanê pankarta gefxurê
Li Wanê piştî afîşên bîlbordên yên ji muslixan xwîn diherikîn ku bûbûn sedama bertekan îcar jî li Ercîşê li ser navê xelkê cîwar, pankartek hat dalaqandin. Di vê pankartê de “Daketina vê taxê ji bilî HDPê ji partî yên din re xetere û qedexe ye” hatiye nivîsandin.
Li Wanê afîşên bîlbordên ên ji muslixan xwîn diherikîn hê ji bîr nebûbû ku îjar jî li Ercîşê pankartek gefxurî hat daleqandin.
Li devê Taxa Yeşîlovayê pankarta bi gefa li ser navê xelkê cîwar hatiye daleqandin bû sedema bertekên xelkê cîwar.
Xelkê taxên ên ku bertek nîşan dan diyar kirin ku ev pankart a ku dibêje: “Daketina vê taxê ji bilî HDPê ji partîyên din re xetere û qedexe ye” ne durist e û nayê qebûlkirin ku li ser navê taxê hemû ev tişt bê gotin lewra hemû mirov dengê xwe nadin HDPyê.
Xelkê taxê dîyar kirin ku ev pankart berîya her tiştî bê edebî ye. Ev pankart bi şiklekî eşkere gef lê xwarin e. Daxuyanîyên berdevkên HDPyê bi bîr anîn û gotin: “Ji kesekî bi gefxurî deng nayê sitandin” û dîsa pirsîn, “Gelo ev ne gefxurî be çi ye?”
Wek tê zanîn li navenda Wanê li ser bîlbordan ên ji muslixan xwîn diherikîn bi nivîsê Tirkî û Kurdî gefên wek “Tedbîra xwe bistînin”, “Ger hûn xwedî dernekevin ne dûr e”, “Em bê nefes nemînin”, “Haya we jê he ye?” bi nivîsên vî rengî gef li xelkê hatibû xwarin. Piştî xeberên çapemenîyê bi bîryara dadgehê ew nivîs hatibûn rakirin. (ÎLKHA)