Yên ku vegeriyan Kobanê ji ber zilma PKK/PYD direvin
Piştî vekişandina DAÎŞê ji Kobanêyê me wek Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) bi siyasetmedarê ENKSyê Mistefa Bekir re hevpeyvînek li dar xist. Bekir bal kişand zor û zordestiya PYDyê.
Piştî vekişandina DAÎŞê ji Kobanêyê me wek Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) bi siyasetmedarê ENKSyê Mistefa Bekir re hevpeyvînek li dar xist. Bekir bal kişand zor û zordestiya PYDyê. Bekir got, yên ku çûne Kobanê car din ji Kobanê derdikevin.
Bekir di hevpeyvînê de dest nişan kir ku tiştê ku DAÎŞê xwest ku li kurdan bike, îro Apoîst li ser navê kurdîtîyê li kurdan dikin
Temamê hevpeyvîna ku ÎLKHAyê bi siyasetmedarê ENKSyê Mistefa Bekir re kiriyê ev e
A niha rewşa xelkê Kobanê çawaye?
“Yên ku çûne Kobanê ji Kobanê derdikevin”
Dema ku DAÎŞê êrîşî Kobanê kir xelkê kurd hin ji wan çûn Libnanê, hin çûn Kurdistanê Başûr û hin ji wan jî çûne Ewrupayê. Piştî ku li Kobanê êrîşên DAÎŞê rawestîyan, êdî gelê Kobanê ji sedî 80 nêt kir ku vegere Kobanê. Lê belê em niha dibenin ku yên ku çûne Kobanê jî vedigerin an go ji Kobanê derdikevin. Lewra Kobanê bi mehan di bin dorpêçkirinê de ma. Ne derman ne av vexwarin ne erzaq ne jî ceyaran heye. Bi kurtasî her sê deriyên sînorê yên bazirganîye hatine girt in. Tenê deriyekê bazirganiyê maye ku ew jî di deste Apoîstan de ye. Ji ber ku derî di deste Apoîstan de ye. Tiştê ku ji Tirkîyê tê ji ber destên Apoîstan derbas dibe. Ji ber vê yekê jî her tiştê ku tê du qet sê qatî Tirkîyê li Kobanê tê firotin. Ji ber van sedeman yên ku çûne Kobanê cardin ji Kobanê vedigerin.
“Sedema vegera xelkê Kobanê ya sereke Apoîst in”
Sedema vegera xelkê Kobanê ne tenê ev sedemin. Sedema vegera xelkê Kobanê ya sereke Apoîst in. Kurdên Kobanê hemû tişt dan ber çavên xwe lê ber zilm û zordarî ya ku Apoîstan dike li wan giran hat. Lewra Apoîst gelek tiştan dikin û li gel didin kir in. Apoîst li Kobanê gund bi gund digerin û ji malen gundan dest didin ser kesan. Wek mînak di gundekê de 20 mal hebe ji van 20 malan 4 kes dê were leşkerîyê bike û li hemberî DAÎŞê nobetê bigre. Ew kesên ku dibin jî gişt biçûk in, perwerde nedîtine. Bi vî halî keleşkofekî dixin desten wan û wan dişînin cihê herî xeter e. Ji gundîyan kesên ku dibêjin em nayen, Apoîst li wan zextan dikin û dibêjin mala xwe bar bikin û herin Tirkîye. Xelkê bi vî awayî zorê dibin. Ji yên ku nayen re jî dibejin malê we li me helale. Êdî xelk nizane çi bike û li xwe heyirî ma ye.
“Tiştê ku DAÎŞê xwest ku li me bike, îro Apoîst li ser navê kurdîtîyê li me dikin”
Dema ku DAÎŞ li ser navê dîn êrîşî me kir ew qurbana dînê îslamê bibin. Lewra wan xwestin ku dînê îslamê li ber çavên kurdan reş bike. Lê bes ew kesên din li ser navê kurdayetîyê de zextan li kurdan kirin. Tiştê ku DAÎŞê xwest ku li me bike, îro ev li ser navê kurdîtîyê li me dikin. Ji xelkê Kobanê re dibêjin ‘an hûnê derkevin nobetê an jî mala we ji me re helale. Mala xwe bar bikin herin cem tirko.’ Ev gotineke pir eyb e. Ji ber vê yekê xelk heyirî ma ye û mecbur dimene ku vegere Tirkîyê.
Her wiha wek ku tê zanîn Kobanê eşîr in. Apoîst dema ku çekên xwe hilgirtin û dest bi şer kirin xwestin ku xelkê Kobanê tevan têxin bin emrê partîyê. Di vê rêyê de li Kobanê bi mezinên kurdan re, bi kesên navdar re, bi partiyên kurdan re şer kirin. Gotin ku Ji partiya me pê ve tu partîyên din tune ne. Partiyên din yên xwarin û vexwerine ne.’ Çawa ku PKK li bakur hemû tişt bi xwe ve girêdabe bi heman awayî xwest ku li Kobanê jî hemû kesî bi xwe ve girê bide. Lê belê Ala Rizgarî PDK, DDK, HUDA PAR û gelek partiyên din ev tişt qebûl nekirin.
Piştî vê rewşê PKK-PYD dest bi şer kirin û gelek kes li Kobanê ji ber vê fikra wan hat kuştin. Yên ku hatin kuştin ji xwe hat kuştin yên ku karîbûn jî, çûn Filîstîn, Kurdistana Başur, Ewrupayê, Libnan û Surîyêyê. Îro em ji vî tiştî nerazîne . Lê belê tu tişt ji destên me naye. Lewra ew biçek in, em bê çek in. Ji ber vê yekê xelkê Kobanê jê nerazî ne. Lewra xelkê Kobanê ne eşiqê Ewrupa, Libnan, Filîstînêye ku welatê xwe ter dikin. Ji ber van zextan mecbûrî Kobanê terk dikin. Îro ew tiştên ku DAÎŞ dixwast ku li Kobanê bike anha PKK dike. PKK xelkê Kobanê dikemitene.
Gelo Kobanê çawa rizgar bû?
“Kobanê bi PKK-PYDyê rizgar nebû”
Bila ev tişt were zanîn ku DAÎŞ şîrketekî navneteweyî ye. Destê Siûd, Emrîka, Tirkîyê û hwd. di vê şîrketê de heye. Her dewlet li gor menfeata xwe wî dişuxilîne. Bi heman awayî Apoîst jî mîna DAÎŞê ne.
Ew êrîşên DAÎŞê ji bo berjewendîyan dewletan bû. Xwestin ku me kurdan ji holê rakin. Serê vî tiştî dîsa digihîje axavtina Mesût Barzanî. Barzanî gotibû ku ‘Em kurd dixwazin ku çarenûsiya xwe bi deste xwe binivîsenin.’ Ji ber vê yekê sedema yekem gotina Barzanî bû ku DAÎŞ êrîşî kurdan kir. Îro li hember Barzanî kî disekine. PKK û DAÎŞ disekine.
Her wiha Kobanê bi PKK-PYD rizgar nebû. Kobanê bi peşmerge û bi navgira koalîsyonê rizgar bû. Her wiha ne ku PKK mêr bû em nemêr bûn ku em ji wê dere veqetîyan. Ji ber ku çekên me tune bûn û em hindik bûn em mecbur man ku ji Kobanê derkevin.
“Tirkîyeyê nehiştîye cebilxane bigihîje destê pêşmergeyan”
Pêşmerge dema ku çûn, Kobanê hêj rizgar nebûbû. Wê dema çûyîna pêşmerga Kobanê hatibû dorpeç kirin. Pêşmerga dema çû Kobanê Apoîstan bi pêşmergan îşê xwe dan qedandin. Berî vê çar mehan min ji televzîyona Swîsre re got ku heger kare Apoîstan bi pêşmerge û hezên hevpeyman biqede, di wê demê de Apoîst dê ew ê hewl bidin ku teneyîya serê xwe bibe hakimê Kobanê. Îro Apoîst heman karî dikin. Weke ku hakimê Qendîlê bûne. Her wiha di terikandina Kobanê ya pêşmergeyan de îxtîmalek din tê gotin ez nizanim çi qas rast e çi qas xelet e. Tê gotin ku hikumeta Tirkîyeyê nehiştîye cebilxane bigihîje destê pêşmergeyan. Heke ev tişt rast be, hikumeta Tirkîyê dê dixwaze ku li Kobanê tenê Apoîst hebin. Ev îxtîmal jî di holê de ye.
Têkiliyê YPG/PKKyê û Tirkiyeyê di kîjan qonaxê de ye?
“PKK li alîyê sînor wek ajanan dişuxilin”
Em dikarin Kobanê mînak bidin. Sînor ji alîye Tirkîyeyê ve hikumeta Tirkîyeyê îdare dike ji alîyê ve jî YPG, PYD ango PKK îdare dike. Xwarin, alîkarî, doxtor her wiha her tişt dana wan. Îro li wê derê YPG, PYD ango PKK kesê ku dixwazin ji sînor berdidin yên ku nexwazin jî bernadin. Îro di navbera YPG, PYD ango PKK û îstîxbareta Tirkîyeyê de yekîtîyek, peymanek heye. Yanî YPG, PYD ango PKK li wî alîyê sînorê wek ajanan dişuxilin. Ji ber vê yekê ji PKK re ne îdeolîjî ne jî exlaq tune ye. Menfeata wan li ku derê be, ew li wê derê ne. Vî tiştî berî niha jî kirine. Bi sedan kesan re li dijî pêşmerge hevaltî kirine. Bi sedan pêşmerge ji sedama wan hat kuştin. Apoîst dixwazin li Îranê qetîlamekî çê bike. Lewra têkîlîya wan bi hinek kesan re hene. Yanî Apoîst naxwazin ku xelkê kurd pêş keve. PKK li dijî xelkê kurd ji xelkê re dixebite.
“HDP dixwazê bi propagandaya Kobanê rayên xwe zede bike”
Em vê mijarê divê zelaltir bikin. Rewşa dewleta Tirkîyeyê diyare ku bi hêz e, xwedîye îmkanan e, endamê NATOyê ye. Yanî deste wî dirêj e, xwedîyê gelek pençeyan e. Di vê mijarê de Apoîst yek ji wan pençe yên Tirkîyê ne. Lewra weke ku me gotibû îdeolojî û exleqa PKK tune ye. Li Kobanê di navbira Tirkîye û PKK de berjewendîyek heye. PKK ji Tirkîyeyê re li wir di qada îstîxbaretê de dixebite. Îro PKK dibêjî dewleta Tirkîyeyê ‘Heger hûn îdareya Kobanê ji me re berdin her wiha hûn çi ji me bixwazin em li ber we amade bin.’ Hûn ê bibêjin ku ev tişt çawa çêdibe? Hûn mafdar in. Ez dixwazin vî tiştî bi mînakekî zelaltir bikim. Wek mînak ji bo nûkirina Kobanê li Amedê kongreyek hat li dar xistin. Ev kongre çima li Kobanê nehat li dar xistin. Wek ku tê zanîn navenda Kobanê û derdora wê hatiye rizgarkirin. Lê belê vê nûkirina kongreya Kobanê hilgirtin û birin Amadê. Gelo ji ber çi sedemê vî tiştî kirin? Di vir de hinek hedefên wan hebû. Hedefa yekem ev bû ku. Bi armanca li dar xistina kongreya Kobanê ya li Amedê xwestin ku propagandeyekî bikin da ku di hilbijartinan de rayên HDP zêde bikin.
Gelo têkiliyên PYDyê û Emrîka di kîjan qonaxê de ye?
“Emrîka li me zextan dike da ku em ji Apoîstan re bîate bikin”
Salih Muslîm ji êrîşa DAÎŞê heta îro derveyê Kobanê ye. Car heye li Moskovê ye, car heye Wasihtonê ye. Emrîka Salih Muslîm wek serokekî partîyekî qebûl nekiriye. Emrîka bi Salih Muslim re bi sifeta serokê PYD nerûniştîye. Emrîka dibêje ku PKK li cem me di nav lîsteya terorîstan de ye û her wiha hûn jî milekî PKKyê ne. Li vê derê tiştek heye. Wê roja hana hevalekî min ji min re got ku ‘Emrîka li me zextan dike da ku em ji Apoîstan re bîate bikin da ku em û Apoîstan tiştekî bikin . Bi vî awayî Emrîka dixwaze ku tekîlîya PYD bi Esed re qût bike û dixwaze ku em û PYD li dijî Esed mucadele bikin.
Rewşa alîkarîyên Kobanê çawa dimeşi?
“Piştî şer, tu arîkarî negihiştîye Kobanê”
Piştî şer, tu arîkarî negihiştîye Kobanê. Ne ji Emrîka ne Kurdistana Başur ne jî ji Tirkîyeyê alîkarî nehat. Dibe ku ji hinek şaredarîyan alîkarîyên biçûk hatibin şandin. Sedema vê ya sereke ya ku ji Kobanê re alîkarî naye şandin ji ber siyaseta PYD û Apoîstan e. Lewra îro li Kobanê hakimiyeta partiyekî tenê heye. Însan naxwazin ji partîyekî tenê re alîkarîyê bişene.
Gelo hûn rewşa kantonan çawa dinirxînin?
“Em naxwazin dibin ala partîyekê tene bin”
Li her sê kantona jî rewş xerab e. Apoîst zextêkî mezin li xelkê dike. Xelk ji ber wan direve. Lewra Apoîst dixwazin ku di bin ala Apoîsttîyê de xelkê bike leşker û bibin Apoîst. Xelk dibêjî ku ’Heger arteşekî giştî yan kurdan were damezrandin em ê beşdarî vê arteşê bibin lê bele em nakevin bin ala partîyekê tenê’ .
“Xelk mecbur dimîne ku ji ber zextên Apoîstan terka kantonan bikin”
Her wiha li wan kantonên din de nêzî 11 partî hene. Lê bele PYD hebûna van partiyan qebûl nake. Dixwaze ku hemûyan têxe bin hakimîyeta xwe. PYD ji bo ku ew 11 partî jê re bîat bikin li wan zextan dike. Ji ber ku çekên partiyan tuneye nikarin şer bikin. Ji ber vê sedemê xelk mecbur dimîne ku ji ber zextên Apoîstan terka kantonan bikin. Xelk mecburî diçin Ewrupa, Tirkîye û welatên din. DAÎŞ êrîşî me kir û em ji tirsan revîyan, Apoîst jî xelkê bi zextan ditirsîne û xelk mecbur dimene ku Kurdistanê bi terikenin. Siyaseta DAÎŞ û Apoîstan di vala kirina Kurdistanê de di vê mijarê de digihîje hev du.
“Li Amûdê û Afrînê gelek siyasetmedarên kurd hat girtin”
Xelkê Amûde bi şiklekî sivîl meşek li dar xistin. Mabesta vê darxistinê ev bû ku gelê Amûdê dixwastin siyasetmedar û mezinên wan yên ku hatine girtin werin berdan. Xelkê bi vê nêtê meşek li dar xist. Lê bele wan çi kirin? Li ser malan de girtin û gelek kes kuştin. Her wiha ji xeynî Amûdê li Afrînê jî gelek siyasetmedarên kurd hat girtin. Ji wan girtîyan hin hatin berdan. Her wiha ji ber ku li Kobanê tu kes nemaye tu kes naye girtin. Bi kurtasî Apoîst dixwazin ku hemû kesî têxin bin deste xwe, bin emrê xwe.
Rewşa kampên ku penaberên kurd tê de dijî çawanin?
“Di kampên HDPyîyan de tu kes nemaye”
Kamp e germ in, dar tune ne, xizmet jî ne zêde nîne. Kampa Sûruçê û Alîgurçepek di îdareya şaredarîya HDP de ye. Li wan kampan de ne ceyran hebû ne jî derfetên pêwîst. Edî HDPyî çi dikirin. Ji Kobanîyan re digotin ev kampa hevalan e, ev kamp jî yên neyaran e. Neçin kampa dijminan, werin kampa hevalan. Edî xelk çi dikir, bi dizîka dihatin vê kampê. Lewra her çi qas kêmasîyên van kampan hebe jî ji yên HDPyîyan xweştir e. Ji xwe di kampên HDPyîyan de tu kes nemaye. Ev tiştên ku HDPyî dikirin propagandeyek e.
Deriyên sînor di bin qontrola kî de ye?
“Apoîst bûne mîna mafyayan”
Derîyên sînorê ji vî rexî ve dewlet îdare dike ji wir vê jî ajanê vê dewletê îdare dikin. Ajanên dewletê kî ne? Apoîst ne. Apoîst kesê ku dile wan dixwaze wan derbas dike û kesên ku dile wan naxweze ji derî derbas nakin. Hikumeta Tirkîyeyê jî vî tiştî jî dizane. Lê ji vî tiştî re çavê xwe digre. Her wiha ji xeynî derîyê sînorê cihên derbasbûyîna sînor ên keçax jî hene. Ev derên keçax tev di deste Apoîstan de ye. Kesên ku bi rêya keçax ji wan deran derbas dibin Apoîst ji wan pereyan distenin. Apoîst bûne mîna mafyayan. Her wiha dema ku êrîş li Kobanê hat kirin partîya ENKSyê pêşnîyar kir ku arteşekî giştî ji parastina Kobanê were damezrandin. Bi vê aramancê bi serokê YPGyê re hevdîtinek pêk anî û armanca ENKSyê ji wan re anî ziman. Ji berpirsîyarîyên YPG Mehmûd Berxwedan got ku ‘Em kesî qebûl nakin, îla divê hûn di bin ala me de di nava cilên me de şer bikin. Bi vî awayî îttîfaqa Dihokê xera kirin.
Li Rojava mixelefeta partiyên kurdan çawa dimeşi?
PKK/PYD dibêjin em şirîkan qebûl nakin?
Di serê partîyên kurdî de di warê mixelefetê de ENSK heye. Endamên ENSKyê digotin bila bira rakujî çênebe em bi Apoîstan re lihevhatineke bikin. Tev jî dizanin Apoîst kî ne, menfeata wan çiye, siyaseta wan çi ye, çawa li xelkê dikenin. ENSK heta îro di vî warî de sê caran hewl da da ku li hevdîtnek pêk were. Weke mînak civînên Hêwlera 1em Hêwlera 2yem û Dihok yên ku hatin li dar xistin. Ev her sê hewldan jî têk çûn. Ev her sê têk çûn jî bi deste Apoîstan bû. Sedema vê jî Apoîst digotin ku ‘Em şirîkan qebûl nakin.’
Di nava Sûrîyê de du xet hene. A yekem a serokatîya Emrîka û Mesut Barzanî ya din jî xeta Îran û Rusyayê ku wê xetê HDP dimeşîne. Ev her du xet li dijî hev du ne. Me hevîya xwe ji li hev hatina van xetan biriye.
Hûn li pêşniyariya Tirkiyeyê ya herêma tamponê çawa dinerin?
“Emrîka jî dixwaze tampon di bin kontrola wan de be”
Divê gavekî û demildest ev pisrgirêka şer were çareser kirin. Esed, DAÎŞ, Apoîst û dewleta Tirkîyeyê naxwaze ku ev tişt zû were çareser kirin. Ew dixwazin ku herêma tampona derkeve. Ev tişt ji bo me gelekî xerab e. Divê neyê ji bîr kirin piştî çend salan dê tamponek li ber sînorê Kurdistana Surîyê were çêkirin. Lê belê di vê meseleya tamponê de her kes li gor hesebên xwe tiştinan dixwazin. Tirkîye dixwaze ku ev tampon di bin hakîmîyeta wî de be, Emrîka jî dixwaze ku di bin kontrola wan de be. Avakirina herêma tamponê ji bo me kurdan bi fêde ye ne zirar e. Lê bele ji bo wan Apoîstan mirin e. Ji ber vê jî Apoîst naxwezin ku tampon çebibe. Apoîst dibêjin ku heger tampon çêbibe em ê peymana aştîya bakur xira bikin. Apoîst naxwazwin tampon çêbibe. Lewra heger dema tampon çêbibe wê demê ew ê rêvebiriyek demokratîk pêk were, ew ê kaçakçîtî, çetetî, mafyatî xelas bibe. Ev tişt jî dibin sedema mirina Apoîstan. Yanî ew ê dewleta Apoîstan a tarî û reş ji holê rabê. Ji ber van sedeman Apoîst gefa xera kirina pêvajoya aştîye dikin ku ev jî derew e.
Gelo PKK siyesetek çawa dişopîne?
“Stratejîya PKKyê tune ye, li cem van taktîk heye”
Heta ku em PKKyê bi xelkê nedin naskirin mesele naye fêm kirin. HDP, YPG, PYD û PJAK tev yekin . Îro PKK li Qendîlê rûdine. Ji van partîyan re ji Qendîlê emr û talîmat tên. Ango ev hemû tev de yek in PKK ne. Ev jî siyaseta PKKyê ye. Piştî ku PKK hat damizrandin me bernameyan wan dît. Her wiha hatin cem me jî me wan nas kir. Kemal Pîr a, Ocalan ez bi xwe bi wan re rûnîştîm e, bi wan re peyivîme. Me dît ku siyaseta wan ne sabîte. Sîyeseta wan li ser menfeatê ye. Li cem wan strajî tune ye, taktik heye. Stratejîya wan tune ye, lewra dema berê ji me re digotin ku otonomî bi xwe mixtarîya gundanê û henekê xwe bi vê dikirin. Ji me re digotin ku em Kurdistanekî serbixwe û yek dixwazin. Lê belê îro ew kesên ku digotin em Kurdistanekî xweser dixwazin, îro dibêjin ku em yekîtîya gelên demokrat dixwazin. Ev tişt jî diyar dike ku stratejîya wan tune ye, li cem van kesan taktîk heye. Dema ku em li dinyayê dinêrin gelek rêxistin hene ku bi îdeolojîyên xwe tevgeriyane. Heger li cem yekî stratejî tune be îdeolojîyan wan tune ye. Ev kes geh rast in geh çep in. Das û melhêbên PKKyî li ser milên wan in. Li ku derê zevîyekê çinîne hebe li wê derê ne. Me PKK nas kir ku PKK ne xwedîye îdolejîyekîye û ne jî xwedîye prensîbeyekî ye, her wiha ne xwedîyê exlaqê jî ye. PKKyî azad in, lê belê ji xelkê re dişuxilin.
Serokê Kurdistana Başur Mesut Barzanî di derbarê xweserîyê de peyamek weşand. Partîyên Bakurê Kurdistanê PAK, HAK PAR, HUDA PAR çend partîyên din piştgirî dan Barzanî. Lê belê HDP piştgirî neda. Hûn di derbarê vê de çi difikirin?
“HDP dibêje em ji projeya Barzanî nerazîne”
PKK di vê mijarê de îro ne di xeta Emrîkayê, şorese û guharandinêde ye, PKK xeta Rusya, Îran û surîyêyê de ye. Îro xeta Rusya, Îran û Esed dixwazin projeya Barzanî xera bikin. Her tim dixwazin ku keviran biavêjin pêşîya Barzanî. Di dîroka Kurdistana Iraqê de gelek kes wek Mela Mistefa Barzanî ji bo xweserîya Kurdistanê hewl dan. Her çiqas hewl dan têk çûn. Nikaribûn li ser kevin. Êdî pişt re çikirin rabûn dest bi şerê pêşmerge kirin. Êdî ew kesên ku digotin em yekîtîya Kurdistanê dixwazin çikirin. Rabûn ji pêşmergeyan re gotin ku ‘Pêşmergeyên resen, orjînal em in, ê ku Kurdistana xweser a mezin dixwazin em in, lê belê ev pêşmerge kevneperest in bi Îranê ve bi Emrîka ve girêdayî ne.
Îro HDP dibêje em ji projeya Barzanî nerazîne. Berê jî tiştê meztir jî gotine. Cemîl Bayik, Duran Kalkan jî gotîne ku ‘Em tu carî dewletekî kurdî ya qewmî naxwazin û em pê qaîl nabin. Ev tiştekî xerab e, ne demokratîk e, kevneperest e. Ji ber vê yekê em yekîtîya gelên demokrat dixwazin.’ Em nizanin ev gelên demorat kî ne? Gelo ecem in, ereb in, rum in, ermen in em nizanin.
Erdogan dibejî ku bila dewletekî Kurdistanê li Ireqê hebe tiştek nabe. Piştgirîye didi qerara Mesut Barzanî. Îro Tirkîye û Mesut Barzanî bûne şîrîkê hev du. Ji hevdu gelekî fêde dibenin. Li Kurdistanê bi hezaran şîrket û karkerên wan hene. Her wiha heke Kurdistanekî serbixwe were avakirin wê demê rêya yekem dê ji Tirkîyeyê derbas bibe. Bi kurtasî bira xêra bira naxweze şîrîk xêra şîrîk dixwaze. Ez bi vê gotinê pesna hikumetê nadim.
“Hikumet dixwaze ku HDP bendava hilbijartinê derbas bike”
Lewra AK Partî dixwaze ku HDP di hilbijartinan de bendavê derbas bike. Lewra ji bo ku hikumet hezkirina kurdan bi dest bixe jê re HDP ji hikumetê re pêwîst e. Hikumet dixwaze ku HDP bendave derbas bike. Lewra HDP xweserîyê, faderalîya Kurdistanê naxwaze. Lewra, HDP dijminê van tiştan e. Her wiha dema ku hikumet ji bo kurdan tiştekî baş bike wê deme HDP berê xwe bide MHP û CHPyê. Lewra ev kes başiya, menfeata kurdan naxwazin.
Gelo dibe ku di navbera HDP û hikumetê de peymana xweserîyê hebe? Hûn derbarê vê mijarê de çi difikirin?
“Ez texmîn dikim ku Apoîstan her tiştê ku li dijî kurdan hebe îmza kiribin”
Ez texmîn dikim ku HDP û AK Partî di pişt perdê de li ser tiştinan biçûk, pisîk li hev kirine. Ez bawer nakim ku Apoîst federesyonê bixwazin. Xwestekên wan dibe wek şaredarîyên îdarî be. Her wiha dibe ku her tiştê ku li dijî kurdan hebe îmza kiribin. Her wiha tê gotin HDP dibêje ku ‘Heger ez bendavê hilbijartinê derbas nekim ez ê meclisa xwe li Amadê bidamezrenim.’ Ev gotina HDP neraste, derew e. Ev gotina wan propaganda ye da ku tozê têxin çavên xelkê. Binerin dema ku partiya xwe damezrandin gotin ku em ê Kurdistanekî serbixwe û yek ava bikin. Ji bo Kurdistanekî xweser û yek çend hezar kurd hatin kuştin, çar hezar gund xera bûn, 13 milyon kurd çûn metropolan û li wan deran asîmîle bûn. Ka îro çi dikin? Îro Dibêjin ku em yekîtîya gelên demokratan dixwazin. Yekî ku exleqa wî tune be soza wî jî tune ye. Ev temam propagandayê hilbijartinê ne.
Gelo hûn pêvajoya çareserîya ya ku li Tirkîyeyê tê meşandin çawa dinirxînin?
“Di pêvajoya çareserîyê de her du rex jî di gotinên xwe de ne rastin”
Her du rex jî ji bo pêvajoya çareserîyê tiştên xweş dibêjin. Lê belê her du rex jî di gotinên xwe de ne rastin. Heger pêvajo li ser tiştên rast neyê meşandin wê deme ew ê ji hundir ve dê vala bimene. Ango ew ê tenê kakil li holê bimene. (ÎLKHA)