Cemîyeta Mustezafan a Agirî alîkarîyên didomîne
Cemîyetan Mustezafan a şaxa Agirî , ji ber munasebeta meha Remezanê ji bona hewcedar û xizanan xebatên xwe yên alîkarîyê bê navbir dide domandin.
Cemîyetan Mustezafan a şaxa Agirî , ji ber munasebeta meha Remezanê paketên erzaqan yê ku ji bona hewcedar û xizanan amade kiribû ji jar û feqîran re belav dike.
Serokê Komîsyona Alîkarîyê ya Cemîyeta Mustezafan a şaxê Agirî Evren Kiliçarslan, di derbarê alîkarîyên ku di meha Remezanê de kirine û yên ku ew ê bikin de wiha axivî: “Di vê meha mibarek de em wek Cemîyeta Mustezafan a şaxê Agirî, alîkarîyên ku me berî niha amade kiribû ji jar û feqîran re gihîştand. Van alîkarîyan bi wesîleya alîkarîyên xêrxwazan yên ku gihaştine ber destê me, em jî digihîjin ji jar û feqîran re.”
Kiliçarslan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me ji destpêka meha Remezanê heta niha tevda ji 197 malbatê re alîkarîyan gihîştand. Ji hinekan re alîkarîya erzaq ji hinekan re jî alîkarîya goştê sor an jî goştê mirîşka. Heger Xwedê nesîb bike em ê ji îro pêve jî xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin. (ÎLKHA)