Seroke Edremîtê ji wezîfeyê hat kirin
Hevseroka Şaredarîya Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ji wezîfeyê hat kirin.
Hevseroka Şaredarîya Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn bi tesdîqkirina Wezareta Karên Navxwe ji teref Midûrtîya Îdareyên Mehelî ya Walîtîya Wanê ve ji wezîfeyê hat kirin.
Hevseroka Şaredarîya Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn di roja 24ê tîrmehê de beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya ‘Xwerêvebirin’ê bûbû û di heman rojê de hatibû binçavkirin û ji teref 1emîn Hakimtîya Cezayê ya Sulhê ya Wanê ve bi îddîaya ‘Xerakirina yekîtîya welêt û dewletê’ hatibû tewqîfkirin. (ÎLKHA)