ENKS: Ji Kiryarên PYDê re Na
ENKS li bajarê Hesekêya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dar xist. Di dema xwepêşandina ku ji teref Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ve dihat lidarxistin de PYD êrîşî pêşandaran kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ENKS doh li taxa Salihîyê Rojavayê Kurdistana Başur xwepêşnandanek li dar xist, lê PYD û alîgirên PYDê rêya xwepêşandaran girtin û nehiştin ku xwepêşandar biçin taxa Salihîyê, xwepêşandanê li dar bixin. Her wiha li gor agahîyên ku hatine bidestxistin piştî destpêkirina xwepêşandanê PYD û alîgirên PYDê bi tûndî û şidet êrîşî pêşandaran kirin. Li gor agahîyên şahidên ku di xwepêşandinê de cî girtibûn PYD û alîgirên PYDê piştî ku xwepêşandana wan belav kirin, avahîya ENKSê dorpêç kirin, her wiha hejmarek ji pêşanderan jî ji teref PYDê ve hatin girtin. Xwepêşandana ENKSê di bin navê ‘Ji Kiryarên PYDê re Na’ ji aliyê ENKSê ve hatibû amadekirin.
Her weke ku tê zanîn li Rojavayê Kurdistanê ENKSê ev bû demek ku ji bona nîşandana nerazîbûnê li hember qerara leşkerîya bi zorê, girtina siyasetmedar û xortan, ferzkirina îdolojîyê li ser xelkê û rêgirtin ji çalakîyên azad ên sazî û partiyan dest bi xwepêşandanên berfireh kiriye û bi piranîya xwepêşandanên xwe li dijî PYDê nerazîbûna xwe tîne ziman.
Her wiha li gor agahîyan Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pilan dike, li Ewropayê jî xwepêşandanên girseyî li dar bixe û dengê nerazîbûna xwe bigihîne saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan. (ÎLKHA)