Li Nisêbinê mizgeft bûn hedefa guleyan
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ev bû 14 roj ku qedexeya derketina derve berdewam dike. Ne tenê xanî û kargeh bi heman awayî mîzgeft jî bûn hedefa guleyan.
Ji teref Qeymeqamtîya Nisêbînê ve di 13ê mijdarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin qedexeya derketina derve hat rakirin. Lê hê jî Cadeya Çax Çaxê ji tirafîkê re girtiye. Polêsên ku di jêrebihur û xaçerêya Veysîkê da hatine cîdan destûr nadin ku wesayîtên û motosîklet têkevin wê heremê.
Di operasyonên ku piştî qedexê hatin lidarxistin de şûna pevçûnan jî derket holê. Hat dîtin ku diwarên baxçeyan xerab bûne, derîyên hesin bûne hedefa guleyan, wesayît wek berîqat hatine bikaranîn û mal wêran bûne.
Hat dîtin ku dîrekên bêton di kolanan de qelibîne û mizgeft bûne hedefa guleyan. Her wiha PKKyîyan li ber Mizgefta Seyîtlerê ya ku di Kolana Kartopuya Taxa Abdulkadîrpaşa de ye mayîn bi cî kiribûn. Bi înfilaq kirina mayînê di mizgeftê de xisar çêbû.(ÎLKHA)