'Medya hedef nîşan da polês înfaz kir'
Malbatê Sariagaç diyar kir piştî ku Midûrê Ewlehiyê yê Diyarbekirê yê Berê Gaffar Okkan hat kuştin re ji teref medyayê ve Hasan û Huseyîn Sariagaç hatin hedef nîşan dan û bi çawsoriya întîqamê bê darizandin ew hatin înfazkirin.
Malbatê Hasan û Huseyîn Sariagaç wan rojên bi êş û zehmet anîn ziman û diyar kirin piştî ku Midûrê Ewlehiyê yê Diyarbekirê yê Berê Gaffar Okkan di 24ê Çileya 2001an de hat kuştin re ji teref medyayê ve Hasan û Huseyîn Sariagaç hatin hedef nîşan dan û polêsan jî bi çawsoriya întîqamê bê darizandin Hasan û Huseyîn Sariagaç înfaz kirin.
Azîze Sariagaça ku hevsera Hasan Sariagaç e di derbarê mijarê de diyar kir polêsan Hasan û birayê wî Huseyîn Sariagaç dikaribûn binçav bikin lê bêlê ev yek nehat kirin û bi şikleke bê darizandin hatin înfazkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Polêsan di dema ku di ser mala me de girtin hevserê min ji teref polêsan ve hat înfazkirin, polêsan her wiha di sergirtinê de koteber di ser mala me de reşandin.
“Koteber li ser mala me de gule reşandin”
Azîze Sariagaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir di derdora seat 02.30an de li ser mala wan de hatiye girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez û zarokên xwe bi dengê çekan û bi bombeya gazan şiyar bûn.Ji temamê dora mala me di ser mala me de berik direşandin. Deriyê mala me bi bombeyan teqandin. Tesîra teqînê ew qas dijwar bû ku deriyê mitbaxê jî ji teqînê zirar dît. Wê demê xwesûwa min di bin derî de ma û birîndar bû. Min rahişte zarokên xwe wan bir hemamê. Li ser hemamê de jî reşandin, lê belê Xwedê me mihefeze kir.Ji ber bombeyên gazê min zen kir ku pitika min miriye.Dema ku mêrê min derkete balqonê ji avahîya hemberî mala me polêsan bi çekan lê reşandin û wî bi şikeleke bê darizandin wî înfaz kirin.Me nedît ka ceseda mêrê min çawa birin.”
“Di binçaviyê de polêsan min derb kirin, ez bi derbeyên kotek û pehînan hejiyam”
Xanima Azîze di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew û zarokên wê yên ku li mal bûn hatin binçavkirin û wiha pêde çû: “ Ji nişka ve me binçavkirin.Di dema binçavkirinê de em hemû jî di odeyên cuda de bûn.Di bin binçaviyê de xwesû û xwezûrê min yên ku pîr bûbûn gelek zilm û zehmetî dîtin. Ji ber derbeyan destên xwesûwa min mor bûbûn.Di binçaviyê de polêsek jî min derb kir û ez bi derbeyên pehîn û kotekan hejiyam. Xwezûrê min bi xwe re biribûn di ser mala temamê naskirîyên me de girtibûn.Piştî ku em ji binçaviyê derketin re ji me re gotin ku cenazeya mêrê te li morgê ye , biçin rajine.”
“Polêsan li ser gora mêrê min hilpekîn û sixêf kirin”
Xanima Azîze bal kişand li ser kiryarên ku ji teref polêsan ve di roja definkirina cenazê hatine kirin û wiha axivî: “Dema ku me cenazeya mêrê min dispart axê li dora Diyarbekirê wesayîtên bi zirx hatibûn bicîkirin.Wê rojê Wezîrê Karên Navxwe yê wê demê Sadettîn Tantan jî hatibû Diyarbekirê.Polêsan wê rojê dora me dorpêç kiribûn û nehiştibûn tu kes alîkariya me bikin. Nehiştin em kefen jî bikirin. Me mêrê min di bin zor û zextan de spart axê. Heta nehiştin em cenazeya mêrê min di gorê de bi cî bikin , min û xwezûrê xwe tenê cenaze bi cî kir.Piştî definkirina cenaze li ser gora mêrê min hilpekîn, sixêf kirin û bêhnên nexweş li ser gora wî kirin da ku ji teref derdora ve bê fêmkirin ku bêhn bi laş ketiye. Dema ku me rahişte mêrê min hêj ji birînên wî xwîn diherikî.”
“Heger xwestibana dikaribûn mêrê min bigirin lê belê ji bona mêrê min înfaz bikin di ser malê de girtin.”
Xanima Azîze di berdewama axavtina xwe de ragihandin piştî ku Gaffar Okkan hat kuştin re malbata wan ji teref çapemeniyê ve hatiye hedef nîşan dan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî ku bi ser mala me de bigirin 2 rojan bizanebûn him mêrê min him jî birayê wî di çapemeniyê de di xeberan de nîşan dan.Piştî van xeberan polês dihatin mala me û me bi kuştinê tehdîd dikirin.Pişt re jî di ser mala me de girtin. Polêsan demeke dirêj mêrê min taqîb dikirin. Carekî dema ku mêrê min dihat malê rasta polêsan hatibû, mêrê min wê rojê bi şaşitî derketibû qeta li ser mala me re.Polêsan wê şeve di ser wê malê de avêtin, dûvre jî di ser mala me de girtin. Heger polêsan xwestibana dikaribûn mêrê min bigirin.Lê belê ji bona ku mêrê min înfaz bikin di ser mala me de girtibûn. Wê demê di ser gelek cihan de dihat girtin.Lê belê ya ku li mala me hat kirin ji wan cûda bû.Lewra mala me ji berê ve dan ber guleyan.Heta min ji polêsekî re got ‘We di vê malê de çi dît ku we vê tiştê ecebmayî kir?’ wî polêsî got ku emrê ku ji wan re hatiye ev e û ew jî vê yekê bi cî anîne.”
“Reha Muhtar bi mehan mala me wek ‘Mala Hucre’ nîşan da”
Hevsera Huseyîn Sariagaç Uzlîfet Sariagaç diyar kir mêrê wê jî weke wê xebatkarê tenduristiyê bû û di derbarê rewşa mêrê xwe de diyar kir ew jî wek birayê xwe hat înfazkirin û wiha axivî: “Mêrê min wek ‘terorîst’ nîşan dan û wî xistin hedefê. Em wê rojê li mala dêya xwe bûn. Polês hatin û ji min re gotin’Cihê mêrê xwe bibêje , mêrê te zilam kuştiye’ û ji min xwestin ku cihê wî ji wan re bibêjim.Min jî polêsan bire mala me. Li malê firaxên tendusritiyê yên mêrê min dîtin. Piştî vê Reha Muhtar di Show Tvyê de bi mehan mala me wek ‘Mala Hucre’ nîşan dan.Polês bi mehan me taqîb kir, em benda wan bûn ku ew ê li ser malê de bigirin , lê belê vê yekê nekirin. Polêsan xwezûrê min tehdîd kiribûn û ji xwezûrê min re gotibûn ‘em ê lawê bikujin.’ Medya hedef nîşan da û polêsan înfaz kir.”
“Ez wê demê birîndar bûbûm û bi ducanî bûm, polêsan di ser vî halî de min li erdê razandin û pêl pişta min kirin.”
Xanima Uzlefet neheqî û bêhiqûqiyên di dema girtina ser mala wan de hatine kirin wiha anî ziman: “Di dema ku bi ser mala me de girtin polêsan deriyê mala me şikandin.Dûvre malê dan ber guleyan.Ez û lawê xwe birîndar bûn. Ez çûm ba zarokên xwe da ku ez wan haş bikim.Dûvre polêsan bombeyên gazê avêtin hindûrê malê.Polês ketin nava malê.Ji yek wan polêsan xwest ku min binçav bike, ez her çiqas ducanî û birîndar bûm jî polês qet guh neda van û min li erdê dirêj kir û li pêl pişta min kir. Dûvre lawê min ê birîndar anîn ba min û berê çekan dane serê wî û gotin ‘ji me re bibêje ma tu kesî din di malê de heye ?Heke tu nêbejî em ê lawê te bikujin.’ Dema ku min ji wan re got tu kes li malê tune ye lawê min berdan.Dûvre jî me hemûyan binçavkirin.”
“Li nexweşxanê gelek heqaret li min kirin”
Xanima Uzlîfet diyar kir ew bi şikleke birîndar hatiye binçavkirin û di derbarê bûyerên wê demê de wiha axivî: “Em birîndar bûbûn û me binçavkirin.Dûvre me birin nexweşxanê.Bi zanebûn me nebirin heman nexweşxanê.Min birin Zanîngeha Firatê û lawê min jî birin ya dewletê. Li nexweşxanê gelek heqaret li min hatin kirin. Piştî ku ez li nexweşxanê tedawî bûm re min binçav kirin. Min fêm nekir çima dewlet vê wehşîtiyê li me kir.Ji ber ku em dîndar bûn ev zext û zordarî li me dihatin kirin.Ew dem demên tarî bûn. Gelo ew kesên ku vê wehşîtiyê dikirin xwedîyê wîcdaneke çawa bûn, divê ev yek bê pirsiyarkirin.Me ji van wehşîyan derbeya herî giran xwar.”
“Xwestibana mêrê min bigirin dikaribûn lê belê ji bona kuştina mêrê min ahd xwaribûn ku mêrê min înfaz kirin”
Xanima Uzlîfet diyar kir polêsan dikaribûn mêrê wê bigirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez hatibûm binçavkirin fotografên mêrê min yên ku di dema li sûkê digeriya nîşanî min dan.Her tim fotografên me girtine lê belê qet niyet nekirine ku me bigirin. Heger xwestibana dikaribûn mêrê min bigirin lê belê ji bona kuştina mêrê min ahd xwarine ku mêrê min înfaz kirin.”
“Em ê heta çi wextî vê zilmê bikşînin”
Xanima Uzlîfet di derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku dozên tazmînatê li wan hatine vekirin mexdûrtîya wan berdewam dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK an jî rêxistinên din ew qas zilam kuştin ka ev zext li kî hatin kirin? Doza tazmînatê pêşî li xwesû û xwezûrê min hat vekirin.Pişt re jî perê vê tazmînatê ji lawê min hat xwestin. Malik li zarokên min xera kirin. Ji ber ku pere lawên min tune ye êdî ji birayên mêrê min dixwazin.Dozê li tamemê malbatê belav kirine. Em ê heta çi wextî vê zilmê bikşînin? Navê vê çi ye? Ev doza tazmînatê gelo heta nêviyên bidome? A niha pere vê tazmînat gihaştiye trîlyonan û hêj berdewam dike.Em nizanin di vê rewşê de çi bikin.”
“Di binçaviyê li min dan û heqaret li min kirin”
Ayşe Sariagaça ku dêya Hasan û Huseyîn Sariagaçên ku hatine înfazkirin e jî di derbarê bûyerê de diyar kir di wan deman de gelek zext û zilm li wan hatiye kirin û wiha pêde çû: “Zilm li lawên min kirin.Min binçavkirin, li min dan û heqaret li min kirin.Gelek zilm li min kirin. Van zilman ji ber ku ez dêya Hasan û Huseyîn bûn kirin.”
“Niyeta polêsan ji xwe kuştina lawên min bû”
Sariagaç diyar kir lawên wê bi zanebûn bi çavsoriya întîqamê hatine înfakirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Polêsan lawê min taqîb dikirin, dikaribûn wî bigirin.Lê belê wî negirtin , wî înfaz kirin. Ji xwe niyeta polêsan kuştina lawên min bû. Dema ku me tamîrker ji bona deriyê xwe anî ji me re got ku çi kirine ji vî derî , vê çawa xistine vî halî, ma însan bi vî awayî dikin? Êdî hûn bifikirin mala me çi qas zirar dîtibû.Ez nikarim bi gotinê wan tiştan bînim ziman."(ÎLKHA)