Rêvebirên Boydak Holdîngê hatin girtin
Li Qeyserî di operasyonên ku di bergeha Saziya Paralelê de hat lidar xistin de rêvebirên Boydak Holdîngê yên ku hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Li Qeyserî di bergeha Saziya Paralelê de operasyon hat lidar xistin. Di encama vê operasyonê de Serokê Saziya Rêvebirê ya Boydak Holdîngê Haci Boydak û Endamê Saziya Rêvebirê Memduh Boydak ji teref dadgehê ve hatin girtin.
Ji ber idîayên ku piştgiriya aborî dide Saziya Paralelê di derbarê 4 rêvebirên holdîngê de lêpirsîn destpê kiribû û ev 4 kes hatibûn binçav kirin. Dûvre li holdîngê û li malê van 4 kesan lêgerîn hatibû kirin. Piştî ku rêvebirên holdîngê sewqê dadgehê kirin hat ragihandin ku Serokê Saziya Rêvebirê ya Boydak Holdîngê Haci Boydak û Endamê Saziya Rêvebirê Memduh Boydak ji teref dadgehê ve hatine girtin. (ÎLKHA)