200 hezar kesê bikeve ezmûna siyerê
Platforma Evîndarên Pêxember azmûneke siyerê amade dike û kê ezmûnê qezenc bike wê bişînin umreyê. 200 hezar kesî serî li ezmûnê da.
Platforma Evîndarên Pêxember azmûneke siyerê amade dike û kê ezmûnê qezenc bike wê bişînin umreyê. 200 hezar kesî serî li ezmûnê da.
Platforma Evîndarên Pêxember ku navenda wê ya giştî li Diyarbekirê ye, wê 29ê rêbendanê roja yekşemê li giştiyê Tirkiyeyê ezmûna siyerê bike.
Ezmûn bi duruşmeya "Wî bixwîne, Wî bijî" wê were çêkirin û îsal ezmûna şeşemîn tê kirin. 200 hezar kesê bikeve ezmûnê û hin kes li welatên Ewropayê dijîn.
Kordînator Yahya Ograş daxuyanî da rojnamegeran û got ku qelek kes eleqeyê nîşanî ezmûna siyerê didin.
Ograş mebesta ezmûnê fêrbûna jiyana Hezretî Mihemed e û qezenckirina xuyê xwendinê ye û wiha dewam kir:
"Lazim e em Pêxemberê xwe baş bixwînin û ji gelê xwe ra baş behsa wî bikin. Di vê ezmûnê da 28 kesên ku serkeftî bûne em ê bişînin umrê. Li Amedê par 12 hezar kes beşdarî ezmûnê bûbû, îsal jî 40 hezar kesê beşdar bibe."
Ograş got ku jı ber "siyaseta çalan" ya rêxistinina terorê wan gelek zehmetî kişandiye û wiha axivî:
"Ne hewldana derbeyê ne jî bûyerên terorê evîna Resûlullah da sekinandin. Ev eşq e, evîn e kes nikare pêşiya vê bisekine. Tirk, kurmanc, laz, çerkez û zaza hemû komên din xwîşk û birayê hev in." (AA)