Hatîp Dag li ser qebra xwe hat bibîranîn
Hatîbê Dagê ku di sala 2002yan de li Edenê di encama serdegirtinê de hatibû qetilkirin di salvegera sala 15 emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat birbîranîn.
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê Hatîbê Dagê ku di sala 2002yan de li Edenê di encama serdegirtinê de hatibû qetilkirin di salvegera sala 15 emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat birbîranîn.
Piştî tîlaweta Qur’ana Pîroz a li ser qebrê Nivîskar-Lêkolîner Abdullah Kavan di derbarê şehîd û şehadetê de axavtin kir. Kavan diyar kir kesên ku di ferhenga wan de şehadet hene ew ji teref Rebbên xwe tên bişan û şerefkirin.
“Zilamê xwedî doz dê zindan û muhaceratê bide ber çavên xwe”
Kavan diyar kir kesên ku dixwazin di rêya Xweda de bimeşin divê ku bedel bidin. Dûvre Kavan wiha pêde çû: “Zilamê ku xwedî doz e û hewl dide ku di rêya Xweda de bimeşe divê hinek bedelan bide ber çavên xwe. Ev bedel, carinan muhacerat, carinan, guşeyên zindanan û carinan jî meqamê herî bilin şehadet e. Divê ku zilamê xwedî doz şhadet, zindan û mihaceratê bide ber çavên xwe da ku Xweda mikafatê bide te. Pirr qala şehîdên me tên kirin. Em van şehîdan wek rêwiyên vê rêyê dibînin. Ji ber vê yekê heke kesê ku vê rêyê teleb dike hinek tiştan bide ber çavên xwe. Hûn dikarin ji vê re bibêjin hezkirina mal, rehawet, hezkirina meqam û lome. Divê ku zilamên xwedî doz vê yekê bidin ber çavên xwe. Ev xêza sînorek e.”
“Kesên ku eşqa wan a şehadetê tune wan pîrehena zilletê li xwe kirine”
Kavanê ku diyar kir kesê ku di ferhenga wî de şehadet tunebe doza wî zillet e wiha destnîşan kir: “Şehîd bi şehadetên xwe ji me re qala çi dikin? Îro Şehîd Hatîp, Selaheddîn û Abdulvahap heke rabin têştên wan ên ku dê ew qala wan ji me re bikin hene. Vê yekê bi zimanên xwe nabêjin lê halên wan wek wîjdanî daweta muhasebe û muhekemeyê dikin. Daxwaziya şehîdan ew e ku em rêya wan bidomînin. Ji ber vê yekê ew xîtabê wîjdana me dikin. Kes û komên ku di felsefe û ferhenga wan de şehadet tunebe di jiyana wan de zillet heye. Kesên ku di felsefe û ferhenga wan de eşqa şehadetê tunebe wan pîrehena zilletê li xwe kirine.”
Bernameya bibîranînê piştî duakirinê bi dawî bû. Dûvre kesên ku beşdarê bernameyê bibûn çûn Haci Pîro Dagê bavê Şehîd Hatîp Dagê ziyaret kirin. (ÎLKHA)