Li Gundê Zokê bernameya Wîladeta Pîroz
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê li gundê Zokê ya girêdayê navçeya Dêrika Mêrdînê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê li gundê Zokê ya girêdayê navçeya Dêrika Mêrdînê bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.
Nurettîn Geşgînê ku wek gotarvan beşdarê bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê hat lidarxistin bû di derbarê giringiya rojê de axavtin kir.
Geşgîn wiha axivî: “Sedemeke ya ku Xweda me xukq kiriye heye. Xweda, dinyayê ji bo însanan xulq kiriye. Gelo çima însanê xulq kiriye? Xwedê Teala digot ‘ez gencîneke veşartî bûm. Min xwest ku ez wan nas bikim. Ji ber vê yekê min hemî mexlûqatan xulq kir û min însanê jî xulq kir. Bila min nas bikin. Bila nîmetên ku min daye wan bînin bibîranîn.’ Gelî mêvanên Pêxember ên bi qîmet! Nîmetên ku Xweda daye me belaş nîne. Miheqeq bedeleke vê yekê heye. Ew bedel bê gûman îtaeta ji Xweda re ye. Însan çi qas Xweda nas bike ew qas îtaetkar dibe.” (ÎLKHA)