Siyonîst têketinên Mescîda Eqsayê asteng kirin
Terorîstên siyonîst li Mescîda Eqsayê ji Mislimanên ku temenê wan ji 50î biçûktir e û xwestin nimêja înê bikin re asteng derxist.
Îsraîlê siyonîst zilm û tehdayiya xwe hêj didomîne, terorîstên siyonîst vêcar jî li Mescîda Eqsayê ji Mislimanên ku emrê wan ji 50î biçûktir e û xwestin nimêja înê bikin re asteng derxist. Ji ber vê astengkirinê tenê zilam û pîrekên pîr û kal têketin Mescîda Eqsayê. Mislimanên ku nikaribûn têkevin Mescîda Eqsayê ji naçarî li hawirdora Mescîda Eqsayê sef girtin û nimêja xwe kirin.
Di daxuyaniya ku ji teref muhabîrê Navenda Enfermasyonê yê Filistînê ve hatiye dayîn de hat ragihandin otobusên ku ji Ummul-Fahmê ji bo nimêja înê ber bi Mescîda Eqsayê ve bi rê ketine ji teref terorîstên siyonîst û îşxalker ve hatine rawestandin û hêzên terorîst ewlehiyê kirine hincet û çûyîna wan asteng kirine.
Mislimanên Filistînî doh êvarî li Mescîda Eqsayê nimêj kirin, ketin îtîkafê û ji bo Qudsê nobed girtin. Terorîstên siyonîst êvarî êrîşî Mescîda Eqsayê kirin. DI êrîşa ku hat kirin de gelek Misliman birîndar bûn û 120 kes Misliman jî hnatin girtin.(ÎLKHA)