'Di Qur’an Kerîm de şehîd û şehadet wek mirina di ‘Rêya Xwedê’ de hatiye diyarkirin'
Mela Cemal Çinarê ku li Entabê beşdarî bernameya şehadetê bû derbarê ehemîyeta mijarê de diya kir “Meqama şehadetê ji teref Xweda ve ji Mislimanan re hatiye dayîn.”
Li Entabê ji teref Rahmet-Derê ve bernameya Şeva Şehîdan hat tertîpkirin, Mela Cemal Çinarê ku di bernamê de axivî diyar kir şehadet meqamekî bes bo Mislimanan e û ev yek ji teref Xweda ve ji Mislimanan re hatiye dayîn.
"Di Qur’an Kerîm de şehîd û şehadet wek mirina di ‘Rêya Xwedê’ de hatiye diyarkirin"
Çinarê ku di bernameya bi navê “Meha Sibarê Meha Şehîdan” de axaivî derbar mijarê de qala girîngîya şehadetê kir û dû re axavtina xwe wisa domand: “ Çawa ku gelek têgeh di roja me de tên tehrîfkirin bi heman awayî têgeh şehîd û şehadetê jî tên tehrîfkirin. Dema ku Qur’an Kerîm qaşa şehîd û şehadetê dike vê yekê di bin navê ‘Fîsebîlîllah’ de qeyd dike. Şerta ewil a şehîdbûnê Misliman bûyîn. Însanek li kû derê û bi çi awayî bimre bila bimre, ger ew kes ne Misliman be ne mimkûn e ku ji wî re di bergeha dîn de bê gotin şehîd.”
Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir cihê şehîdan a li ba Xweda pir muhîm e û dû re wiha got: “Dereceyên şehîdan jî hene, ew ê şehîd karibe ji naskirî, malbat û hezkirîyên xwe tev de ji 70 kesan re şefaatê bike. Lê belê ger însanekî ateîst yê ku pişta xwe dabe hukmên Qur’anê, li camiyan dersdayîna Qur’anê li xweşa wî neçûbe û li camî û mekteban dayîna dersa Qur’anê wek îxanet qebûl bike dema ku hat kuştin jê re tê gotin ku şehîd ku ev yek wî naxwe şehîd.”
Mustafa Çobanê ku xwendekarê lîseyê bû û di sala 1996an de li dijî wan kesên ku heqaretî muqaddesatan kiribû hatibû şehîdkirin. Omer Çobanê ku birayê wî ye piştî axavtina xwe Çinarî derbarê jiyana kekê xwe de axivî.
“Geli evdekî bi siûd ê Xweda me ku şehîd bibim”
Çoban di destpêka axavtina xwe de diyar kir kekê wî jî wek Yasîn Boru û Furkan Dogan hêj di bûçikayîya xwe de hatiye şehîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd Mistefa ciwan bû û hêj 17 salî bû. Mistefa wek Yasîn û Furkan hêj xort bû. Şehîd her tim ji dêya min re digot ‘Dayê ez ê bibin şehîdê Entabê’ Ew hêj di 17 salîya xwe de şehadetê teleb dikir. Dêya min bi wê dilê xwe yê birîndar jê re digot ‘ Lawê ev çi gotin, ger tiştek bi te bê ez ê çawa bikiê?’ Ji ber vê yekê kekê min jê re digot ‘Daye gelo tu dizane, pêxemberê me bi destên xwe ava zemzemê îkramî şehîdan dike. Gelo evdekî bi siûd ê Xweda me ku şehîd bibim.’ Her tim bi vî awayî şehadetê teleb dikir.”(ÎLKHA)