Yapicioglû bi Serokomar Erdogan re hevdîtin kir
Serokê Giştî yê HUDA PAR Zekerîya Yapicioglû, bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re li Kullîya Serokomrîyê hevdîtin kir.
Serokê Giştî yê HUDA PAR Zekerîya Yapicioglû, do saet di 18.30de bi Serokê Giştî yê Ak Parîyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re li Kullîya Serokomrîyê hevdîtin kir.
Hevdîtina li Kullîya Serokomrîyê hat kirin derdora saetekê dewam kir û di hevdîtinê de hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an û mijarên îttîfaqê hatin gotebêjkirin.
HUDA PARê Partîya Vatan û ya ÎYÎ zîyaret kir
Di çarçoveya hilbijartinên pêşwext de di serokatîya Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz de di 26ê Nîsanê roja Pêncşemê ji bo temamê partîyên ku dikarin têkevin hilbijartinan daxwaza hevdîtinê hatibû şandin. Di vê çarçoveyê de heyeta di Serokatîya Mehmet Yavûz de Navenda Giştî ya Partîya Vatanê zîyaret kir.
Di çarçoveya zîyaretên hatin kirin de heyetek di serokatîya Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr de Navenda Giştî ya ÎYÎ Parîyê zîyaret kir.
HUDA PARê zîyaretên partîyên sîyasî dewam bike
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz di heqê zîyaretan de agahî da û îfade kir ku di vê çarçoveyê de heger li me vegerin emê bi CHP, HDP, DP û partîyên din re jî hevdîtinan bikin. (ÎLKHA)