Daniştay 'Sonda Xwendekaran' a ku hatibû rakirin betal kir
Daîreya 8emîn a Daniştayê hukmê rêziknameya “Sonda Xwendekaran” a ku li dibistanên navîn dihat tetbîqkirin û berî niha hatibû rakirin betal kir.
Hat ragihandin Daîreya 8emîn a Daniştayê hukmê rêziknameya “Sonda Xwendekaran” a ku li dibistanên navîn dihat tetbîqkirin û berî niha hatibû rakirin betal kir. Piştî ku Daniştanê hukmê rêziknamê rakir re pirsa “ew sonda xwendekaran a ku tê de gotinên nîjadperest hene ma dîsa tê?” anî rojevê.
Turk Egîtîm-Sen ji bo ew Sonda Xwendekaran a ku di 8ê Cotmeha sala 2013an de hatibû rakirin dîsa bikeve merîyetê doz li Daniştayê vekir. Di encama doza ku hat vekirin de Daniştay li hev civîya û wê kirarîya ku “Sonda Xwendekaran” pê hatiye rakirin li dijî hiqûqê dît û betal kir. (ÎLKHA)