Ji Rêberê Cema'eta Hîzbûllah Peyama ‘Îda Qurbanê
Rêberê Cema’eta Hîzbûllah bi munasebeta ‘îda Qurbanê peyamek weşande.
Bi navê Allahê Rehman û Rehîm
Hemd mexsûsê Rebbê ‘aleman Allah Te’ala ye. Selat û Selam li ser Hezretî Muhammed Mustafa, li ser alê Wî, eshab û li ser wan kesên ku heya qiyametê tabi’ê sunneta Wî ne.
Bê dawî hemd û sena ji Rebbê me yê ku em gihiştandin ‘îdeke din a Qurbanê re bin.
Em bi ğemgîniya rewşeke ku xwîna Musulmanan tê rijandin, fîtna neyartiyê tê xistin navbera wan û di serî de Hezretî Pêxember, li muqeddesatên Îslamê êrîş têne kirin gihan ‘îdê. Sedemê ‘ecziyeta ku Musulman tê de ne, pirsgirêkên dertên pêşiya wan û tiştên têne serê wan ew e ku; ferman û nesîhetê Pêxemberê me ‘Aleyhîsselat û Wesselam bi cih naynin û li meseleyan ne weke ku Wî nihêrtiye tê nihêrtin û nabin tabi’ê tiştên wî kiriye û gotiye.
Di vê dema em tê de ne, gelek pirsgirêk û problemên ku Musulman tevlîhevin hene. Kafir, cesareta zimandirêjiya ji kîtaba Allah Te’ala û Resûlûllah ‘Aleyhîsselat û Wesselam re di xwe de dibînin, erdnîgariya Îslamê bi îşğalê tarûmar dikin, namûsa Musulmanan payîmal dikin, di serî de Sûrîye li Afğanîstan, ‘Iraq, Somalî, li erdên Filistînê yên ku di bin îşğalê de ye û li gelek deverên dinyê her roj bi sedan însanan didin kuştin, bajar tên xirakirin, însan mecbûr tên hiştin ku war û welatên xwe terk bikin...
Li Tirkiyê hinek Musulmanên ku demekê digotin referansa me Îslam e, vêga xwe bi awayê demokratên muhafezekar pêşkêş dikin û ji Ummetê re laîktiyê bi awayê model nîşandidin. Kurdên Musulman yên ku piştî bi Îslamê muşerref bûne, teslîmê Îslamê bûne û ji bo bilindbûna alaya Îslamê cehd û xebat kirine ji heqqên xwe yên Îslamî û însanî mehrûm têne hiştin, her roj bi hezaran hetta bi milyonan Musulman di nav heramiyan de ne ku hatine xistin rewşeke wisa ku hînê vê halê bûne, hê jî keçên me yên ku dixwazin bi hîcaba xwe herin mektebên xwe bi mu’ameleyên neyartî û cudahiyê heqaret li wan têne kirin û dûr têne xistin...
Heger hê jî Musulman vana teva nebînin û bi hinek teferru’atan nîfaq bê xistin nava wan, ev ji ber vê yekê ye ku; em li gor Pêxemberê me ‘Aleyhîsselat û Wesselam nameşin, ku Pêxemberê me gotiye: “Lê belê ez çêtirînê (însanên) paşeroj û pêşerojê me.” Sedemê vê halê me ew e ku; bi awayê Wî ‘Aleyhîsselat û Wesselam li mesela nihêrtiye em nanihêrin, ji bo tiştên wî kiriye û gotiye em jî bikin em naxebitin, me bi awayê heqîqî Wî nasnekiriye, jibîr kiriye û sunneta wî nexistiye jiyana xwe de.
Divê em werin ser hişê xwe û vegerin bi bal Resûlûllah ‘Aleyhîsselat û Wesselam ve. Emrê me hatiye kirin ku heya Qiyametê em li pey Wî herin û ‘îta’eta Wî bikin. Em bi cih anîna fermanên Wî û xwe parastina ji yasaxên wî mukellef in. ‘Îta’et kirina jê re ew e ku; di kirin û gotinên xwe de em li pey şerî’et û sunneta wî bimeşin. Kirin û gotinên ku ne li gor kirin û gotinên Wî ne ji kî bê bila bê divê em red bikin.
Bi tenê bi peyçûna Pêxember ‘Aleyhîsselat û Wesselam gihîştina rehmet û hîdayetê çêdibe. Heger em bibin tabi’ê wî emê azad bibin. Heger em bibin tabi’ê Wî emê bighên tevî heqqên xwe yên Îslamî û însanî. Heger em bibin tabi’ê Wî emê karibin bikevin pêşiya fîtneyê. Emê ji îxtîlafan xilasbibin û bikevin pêşiya rijandina xwîna hev û dî. Ji zillet, fesat, heram û gunehên em tê de fetisîne bi tenê bi peyçûna wî em dikarin xilas bibin.
Rakirina man’ên pêşiya jiyana Îslamî a Musulmanan û çareserkirina pirsgirêka Kurd sebat û xebateke mezin dixwaze. Rojek bi lêxistina ne’l û rojek bi lêxistina bizmar hûn nikarin vê pirsgirêkê çareserbikin û ji mesûliyeta Îlahî xilasbibin.
Rast e ku di nav Musulmanan de fîtne belav bûye û mezin bûye. Di vê warî de, em dixwazin vê yekê diyarî bikin ku; em tu pergalên beşerî qebûl nakin û tu dem li tu derî rijandina xwîna Musulmanan karekî normal nabînin. Li kûra dinyayê bibe bila bibe heger ku xereke me ji bo sekinandina rijandina xwîna Musulmanan hebe û îmkanên me ji bo mudaxeleyê destûra me nede, herî kêm ji bo Musulman bi gotin û kirinên me zirarê nebînin bi hesassiyet emê hereket bikin. Emê bixebitin ku li hember Musulmanan tu me’lzemeyî nedin destê kafir û zaliman. Em nakevin fîtneya di navbera Musulmanan de. Nakevin polemîkan. Ji bo zulma zaliman rabe, helak bibe û fîtne rabe emê du’ayên qinûtê bixweynin, ji bo se’adet û aşîtiya Musulmanên ku xwîna hev û dî dirjînin emê du’a bikin.
Em Musulman, divê tevlî birayên xwe ji bo sunneta Pêxember ‘Aleyhîsselat û Wesselam, hînbikin, di jiyana xwe de tetbîq bikin, bidin tetbîq kirin û ji bo em di rêya Wî nîşandaye de bimeşin bixebitin. Em dixwazin li vê derê beyan bikin ku Cema’et ji bo mîras û de’wa Wî ‘Aleyhîsselat û Wesselam biparêze amadeye ku her tiştê xwe feda bike. Ji bo em Rebbê xwe razî bikin û ji bo mesûileyetên xwe yên li hember însanan û gelê xwe yê mustez’ef bicihbînin emê vê yekê bikin. Ji bo bidestxistina heqqên Îslamî û însanî yê însanên xwe, ji bo derxistina însanên xwe bi bal selametê ve emê vê yekê bikin. ÎnşaAllah.
Bi vê wesîlê di serî de malbatên şehîdan, girtî û malbatên girtiyan, muhacir û malbatên muhaciran ‘îda tevî gelê xwe yê Musulman û Ummeta Îslamê pîroz dikim, ji bo ev roja mubarek bibe wesîleya‘alema Îslamê bighê selamet û hizûrê ji Cenabê Allah Te’ala niyazê dikim. Rebbê min ziyaret, ‘îbadet, du’a û tobên tevî Musulmanên çûne Hecê qebûl bike.
Bi vî awayî ji Allah Te’ala hêvî dikim ku qurbanên kesên ku qurbanan serjêdikin jî ji wan qebûl bike. Emanetê Allah bin, Allah yar û alîkarê we be. Me jî di du’ayê xwe de jibîr nekin.
Birayê We Edîb
(Kelhaamed)