Ji bo mezlûmên Araqanî ji Ewrûpa derdikevin rê
Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO EBRARê ji bo Muslumanên Araqanî yên ku li Myanmarê marûzî êrîşan mane û bûne penamber xebatên alîkariyê dabûn destpêkirin dê heyetekê bişînin heremê û ji wan re bibin alîkar.
Li Myanmara Rojhilata Başûrê Asyayê, zilm û wehşeta artêş û çeteyên bûdîst yên li ser Mislimanên Araqanî dewam dike. Drama Mislimanên Araqanî yên ji ber zilma çeteyên Bûdîst welatên xwe terk kirine û li sînorê Bangladeşê bûne penamber dewam dike.
Wekî tê zanîn Saziyên Alîkariyê yên Navneteweyî Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO EBRARê berî niha jî di warê goştê qurbanan, erzaq û vekirina bîrên avê de destê alîkariyê dirêjî Mislimanê Araqanî kiribû. Ni ha jî IHO EBRAR û Yetîm-Dera Ewrûpa ji bo alîkariyek berfireh bê kirin heyetekê dişînin herêmê. Derbarê mijara alîkariyê de Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş agahî da got: “Di demên paşî de Mislimanên Araqanî yên li Myanmarê dijîn an malê wan hatiye şewitandin an mecbûr mane malên xwe terk bikin an jî bûne penaber û welatên xwe terk kirine û çûne kampa milteciyan ya Bangladeşê. Li gor daneyên li ber bi destê me, a niha li wê deverê der dora 500 hezar birayên me yên Mislimanê Araqanî hene.”
Ateş, diyar kir ku di 10ê Cotmehê de ew ê wek Yetîm-Dera Ewrûpa ji bo alîkariyê ekîbekê bişînin sînorê Araqanê û di warê alîkariyên ku wê li deverê bê kirin de ew ê xebatan bikin.
Ateş dîyar kir ku berî niha jî li qampên deverê alîkarî kirine û axaftina xwê wisa domand: “Li gor tespîtên ku me bidestxistine, ekîbên me yên ku dê herin wir, wê di serî de alîkarîya erzaq, xwarina germ, vekirina bîrên avê, qontrola tendirustîyê, çêkirina çadiran û li gor tesbîtên endamên me yên li wir wê li qampan cûrbecûr alîkarî bê belavkirin.”
Hewldana çareserkirina tengasîyên mazlûmên Arakanî
Ateş, derbarê rewşa Mislimanên Araqanî de jî agahî da û ragihand ku Araqaniyên li qampên Bangladeşê, di bin şert û mercên zor û zehmet de debara jiyana xwe dikin û wisa pêde çû: “Di dîmenên ku ji qampên Mislimanên Araqanî gîhaştine destê me derdikeve holê, gelek însanên li qampan cil û berg û pêlavên wan tuneye. Mixabin ev dîmenên xemgînîyê yên jîyana penaberên ku li wir dijîn e. Bi sedem baranên mûsonê, me meşaqetên din yên penaberên tesbît kirine. Em wek sazîya Yetîm-Dera Ewrûpa dixwazin em herin birayên xwe yên Araqanî li wir zîyaret bikin û ji rewşa wan re li li gor îmkan û derfetên xwe rêyên çareserîyê bibînin.”
“Falîyetên ekîbên me wê di navbera 10-18ê Cotmedê de nemîne”
Ateş, di warê xebatên Yetîm-Dera Ewrûpa de agahî da û da zanîn kû ekîbên wan dê ji 10ê cotmehê heta 18ê cotmehê li heremê falîyetan bike û dû re weha got: “ Falîyetên me yên alîkarîyê di navbera 10-18ê Cotmehê de wê bi dawî nebe. Em ê wek sazîya Yetîm-Dera Ewrûpa di pêşerojê de jî, her timê alîkariya Mislimanên Araqanî bikin. Em niha ji xêrxwazan re teşekur dikin. Xweda ji wan razî be. Em bi alikariya wan xêrxwazên ku yetîm û mezlûman ji xwere dikin dert van alîkariyan dikin. (ÎLKHA)