Li Ewrûpayê Êrîşên Li Camiyan
Lı Ewrûpayê dıjmınantıya îslam û camıyan dewam dıke. Camıya Eyûb Sultan a lı Avûstûryayê û camıya Suleymanıye ya lı Almanyayê, marûzî êrîşên dıjmınê îslamê bûn. Agır bı camıyan xıstın û quran şewıtandın.
Li Avûstûryayê hinek dijminên Îslamê, îşareta Nazîyê li ser camiya Eyub Sûltan a li bajarê Telfsê nivîsandin. Camî aydiyê Yekîtiya Turk û Îslamê ya Avûstûryayê ye. Serokê komela camiyê Yûsûf Çitak îfade kir ku gava hatine nimêja sibehê, dîtine ku li ser dîwarên camiyê 3 îşaretên Naziyê hatine nivîsandin. Li seranserê Avûstûryayê berî niha jî êrîşên wiha pêk hatibûn. Yûsûf nerazîbûn nîşanî êrîşa han da.
Li Almanyayê jî Camiya Suleymanîye ya li bajarê Bîelefeldê marûzî êrîşê bû. Êrîşkeran agir bi Quranên di camiyê de xistin. Ji ber ku welatîyan hedîseya şewatê îxbar kir, berî ku gûr bibe şewat hat tefandin.
Sekreterê giştî yê Camîaya Mîllî Göruşê ya Civaka Îslamê Mustafa Yeneroğlu, îfade kir ku di demeke kin de li ser hev agir bi camiyan dikevin, ji ber vê yekê divê sîyasî û yekîneyên ewlehiyê têkevin hereketê.
Li Ewrûpayê di demên dawîn de li ser camî û muslumanan êrîşên bi zihniyeta xaçperestê zêde dibin, nefreta ji bo Îslam û muslumanan dewam dike. (Hürseda Haber)