Jı Huda Parê Zîyaret
Alîkarê serokê gîştî yê Huda Parê, bırêj Bahattîn Temel, lı Erbîlê, bı serokê gîştî yê partîya komala îslamî ‘Elî Bapîr re hevdîtın pêk anî. Dı hevdîtınê de lı ser rojevê hat xeberdan.
Alîkarê serokê gîştî yê Huda Parê birêz Mehmet Bahattîn Temel, serokê Şûraya Huda Parê Ahmed Seyîdoğlû, li Iraqê bi serokê gîştî yê Komala îslamî birêz ‘Elî Bapîr zîyaret kir.
Hevdîtina rayedarên herdû partîyan, li merkeza gîştî ya Partîya komala Îslamî a Hewlêrê pêk hat.
Ji rayedarên Komala Îslamî Bîlal Suleyman, ji endamê damezrîner Şûan Reber û ji encumenên partîyê Hesen Ebûbekir û Mûhemmed Hewlerî beşdarî hevdîtinê bû.
Hevdîtin nêzî saetekê di hewa sohpetê de derbas bû û li ser rewşa Kurdîstana Tirkîye, Sûrîye û Iraqê ya dawîn hat xeberdan û danûstendina ramanan pêk anîn.
BANGAHEQ